Çavuşoglu: Rageşî zêde bibe jî diçim Rotterdamê

NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu ku ziyareta wî ya têkildarî referandumê ya bajarê Rotterdamê ya Holanda hat betalkirin, got "Ez îro diçim Rotterdamê. Ger ku ji bo ziyareta min tansiyon zêde dibe bila zêde bibe.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu ku ji bo axaftina referandumê destûr nehat dayîn biçe Holanda, diyar kir ku dê biçe Rotterdam a Holandayê. Çavuşoglu, di bernameyek tv de diyar kir ku rageşî derkeve jî dê biçe wiha got: "Ger ku destûra çûyina min Holanda bê betalkirin jî ez dê dîsa biçim. Ger ku Hollanda destûra firandima min bê betalkirin jî ez dê disa biçim. Ger ku çûyina min bê astengkirin dê bedela wê giran be.

Şaredarê Rotterdam Ahmet Ebû-Talep ji ajansa Reutersê re axivî û diyar kiribû ku ji axaftina wezîr a referandumê re destûr nehatiye dayîn. Şaredar anîbû ziman ku dê Wezîr li Rotterdamê bi hurmetî pêşwazî bikin.