STENBOL - Serokê TBMM’ê yê bere Husamettîn Cîndoruk “pêşnûmeya qanûna bingehîn” a dê bibin referandumê rexne kir û wiha got: “Ev pêşnûme bûyerek mezin a ku stûnên bingehîn ên Komara Tirkiyeyê dikûle ye. Kesek ji gel welatparêztir nîne ez difikirin ku dê gel vê arîşeyê çareser bike.”
Serokê Giştî yê CHP’ê Kemel Kiliçdaroglu Serokê TBMM’ê yê bere Husamettîn Cîndoruk li mala wî ziyaret kir. Serokê CHP’ê derbarê pêşnûmeya qanûna bingehîn serî li fikrên Cîndoruk da û Cîndoruk piştî ziyarete daxuyaniyek da çapemeniyê.
Daxuyaniyên Cîndoruk ên darbarê referandumê de wiha ne:
“Pir baş derbas bû. Bawer dikim ku xwest bi welatparêzekê re hevdîtinê pêk bîne. Ji sala 1952'yen were siyasetê dikim. Min parêzertî û serokatiya meclîsê kir. Ji ber ku jiyana min bi siyasetê derbas bûye ez ji dan û stendina fikran keyfxweş bûm. Dewlet û gelê me rojên reş derbas dike. Ev pêşnûme bûyerek mezin a ku stûnên bingehîn ên Komara Tirkiyeyê dikûle ye. Kesek ji gel welatparêztir nîne ez difikirin ku dê gel vê arîşeyê çareser bike. Ev mesele fêm kirine. Wekî veguherandina bajar nikarin gehertinên qanûna bingehîn çêbikin. Ev vê êrîşa giran a li ser meclîsê şermezar dikim. Gelê Tirkiyeyê dê vê pêşnûmeya xirap red bike. Ez bang li hemû welatiyên min pêre siyaset kiriye û zarokên wan dikim. Werin em bêjin Na. Dixwazin siyaeta yekperestiyê derxînin holê. 12’yemîn serkomar rayeyên ku tu serokomaran ne xwestine dixwaze.”