ENQERE - Dê HDP tevî organên biryarê yên partiyê îro û sibê civînan çêbike. Dê di van civînan de pîrozbahiyên Newrozê û kampanyaya referandûmê bê nîqaşkirin û biryar bê dayîn.
HDP a ku çend roj berê bi awayekî hevwext li sê bajaran starta referandûmê da, niha jî organên wê yên biryarê ji bo plankirina pêvajoya kampanyayê kom dibin. Dê pîrozbahiyên Newrozê û kampanyayên referandûmê bi hev re bên meşandin û her wiha tê payîn ku dê di civînên sibê de plana vê pêvajoyê bi awayekî şênber bê diyarkirin.
Îro li avahiya giştî ya navendê civîna Meclîsa Jinan çêbû. Dê sibê jî Meclîsa Partiyê bicive. Biryarên di civîna Meclîsa Partiyê de bên dayîn, dê berpêşî civîna Lijneya Birêvebirina Navendî ya dê danê êvarê bicive bên kirin.
Di di van civînên du rojan de, rojeva sereke plana kampanyaya referandûmê be. Her wiha pîrozbahiyên Newrozê yên dê bi dirûşmeya "Teqez Em ê Bi Ser Kevin" di 17'ê Adarê de starta wan bên dayîn jî dê bi kampanyaya referandûmê ve bên yekirin.
Her wiha di nava hefteyê de Koma Meclîsê jî bi awayekî girtî civînekê çêkiribû û ev pêvajo bi parlementeran re hatibû nîqaşkirin.