Serdanên Rûsyayê encama ku Tirkiye dixwaze nade

ENQERE - Tirkiye piştî krîza balafirê, bi hin tawîzan dixwaze Rûsyayê îkna bike. Bi taybetî jî di demên dawî de serdanên xwe zêde kirin. Bi van tawîzan mebest ew e ku Rûsya li hemberî kurdan rawest e. Pisporê Rojhilata Navin Bereket Kar, got ne mumkune ku ev plan bi cih bê.

Serokomar Erdogan di vê serdana xwe ya Rûsyayê ya dawî de, dîsa wek serdanên xwe yên din di çarçoveyeke li dijî destkeftiyên kurdan ên li Sûriyeyê de tevgeriya. Herî dawî li Antalyayê ji aliyê serfermandarên giştî yên Rûsya, DYA û Tirkiyeyê "Zirveya Reqa û Minbicê" çêbû û piştî vê zîrveyê serokomar serdana Rûsyayê kir. Di serdanê de her çi qas "peymanên aboriyê" derxistin pêş jî, lê di peyamên hatin dayîn de bi awayekî aşkere diyar bû ku Tirkiye dîsa ji bo tasfiyekirina destkeftiyên kurdan ên li Sûriyeyê hewl dide.

ERDOGAN LÊBORÎNA XWE XWEST

Piştî di 24'ê Mijdara 2015'an de Tirkiye li Sûriyeyê balafira Rûsyayê xist, di navbera Tirkiye û Rûsyayê de krîzek rû da. Lê paşê Tirkiyeyê lêborîna xwe xwest û bi vê lêborînê re bi dayîna hin tawîzan xwest têkiliyên di navbera her du aliyan de baş bibin. Tirkiye pêşî, dev ji wan vegotinên xwe yên li dijî rejîma Sûriyeyê berda û rengê vegotinên xwe yên wek "Heta Esad, Esadê kujer neçe, qethiyen çareserî nepêkan e" veguherand "Lêgerînên çareseriya bi Esad" re. Tirkiyeyê ji aliyê xwe ve ev tawîz dan, lê li aliyê din jî her ji hêla hember dixwast li dijî kurdan tewrê xwe nîşan bidin. Tirkiye gava xwe ya ewil di 27'ê Hezîrana 2016'an de avêt û di vê gavavêtinê e Serokomar Erdogan nameyek ji Pûtîn re nivîsand û lêborîna xwe xwest.

PÛTÎN DI PEYMANÊN ENERJIYÊ DE TIŞTA DIXWEST BI DEST XIST

Di navbera Tirkiye û Rûsyayê de pêwendiya ewil di 1'ê Tîrmeha 2016'an de hat danîn û Tirkiye di vê pêwendiyê de li gel dayîna hin tawîzan, daxwaza xwe ya îzolekirina Rojavayê xist rojevê. Di hevdîtina Çavuşoglu û Lavrov de "Yekparebûna xaka Sûriyeyê hat destnîşankirin" û ev di warê Tirkiyeyê de wek gavavêtina ewil hat nirxandin. Piştî krîzê bi 8 mehan yanî di meha Tebaxê de Erdogan çû Rûsyayê û bi Pûtîn re hevdîtin çêkir. Her wiha bi vê re organîzekirina civîna duyemîn a der barê Rojava û Sûriyeyê de pêk anî. Pişt re di 10'ê Cotmehê de Pûtîn ji bo Kongreya Enerjiyê ya Cîhanê hat Tirkiyeyê û enerjiya nukleerî jî di nav de gelek peyman hatin îmze kirin.

SER BOMBEBARAN RÛSYAYÊ HAT NIXUMANDIN

Bi sûîqesta Sefirê Enqereyê yê Rûsyayê Andrey Karlov re şik û gumanên Rûsyayê yên ji bo Tirkiyeyê zêdetir kirin. Lê belê, Tirkiye di hevdîtinên Astanayê de planên ji aliyê Rûsya û Îranê ve hatin amadekirin qebûl kirin. Di encama van planan de Tirkiye dev ji piştevaniya (îdia) El Nûsra û Helebê berda. Tirkiyeyê li Sûriyeyê li herêmeke sînorkirî operasyonên xwe domandin û Rûsyayê jî li hemberî vê xwe li nedîtiyê danî. Lê di 9'ê Sibata 2017'an de balafirên Rûsyayê bera TSK'ê dan û li gor daxuyaniyên fermî di vê bombebaranê de 3 leşker mirin. Lê belê, di vê mijarê de Tirkiyeyê bi tu awayî îtiraz nekir.

Tirtiye herî dawî ji bo êrîşî Minbicê bike plansaziyê dike, şandina hêzekî leşkerî ya sembolîk ên Rûsya û Amerîkayê li dijî xwe wekî peymanekî nirxand. Di hevdîtina dawî de Erdogan ji bo ku li dijî kurdan hin gavan bide avêtin pêşniyara ku tavîzan bide kiriye.

XWEST PEYAMÊ BIDE AMERÎKAYÊ

Pisporê Rojhilata Navîn Berekat Kar çûna Erdogan a li Rûsyayê nirxand diyar kir ku hevdîtin û serdanên ku tên kirin bêhtir ji bo "astengkirina kurdan û operasyona Reqayê ye" û wiha berdewam kir: "Li hemberî daxwaza Amerîkayê ya bi hêzên YPG'ê ve berê xwe dide Reqayê divê Tirkiye bi awayekî peyam bida Amerîkayê. Bi serdana Rûsyayê ve rasterast peyam dan Amerîkayê. Dibêje hûn çima di operasyona Reqayê de bi israr in, ez ê jî bi awayekî Rûsyayê tercîh bikim, peyam ev bû."

Kar destînaşn kir ku Amerîka peyamên bi vî rengî zêde cidî nagire û wiha axivî: "Li Amerîkayê daxuyaniya generalekî kevn heye. Gotibû Rûsya zêde lez nekin dê surprîzekî min hebe. Di esasê xwe de Rûsya û Amerîka li ser Sûriyeyê li hev kirine û bingeha vî peymanê çêdikin û heta mehekî jî alî dê vê yekê bixwe bi temamî îfade bikin."

Kar got ku israra Tirkiyeyê tenê bi YPG an jî bi Rojava re bi sînor nîne û li hemberî Tevgera Azadiya Kurd e.

BI DAGIRKIRINA AXA YEKÎ DIN NIKARÎ SÎNORÊ XWE BIPARÊZÎ!

Kar got ku têkîliyê Tirkiyeyê bi Barzanî re ya ji bo Şengalê jî li ser vî esasî ye û bi nirxandina "Pirsgirêk tenê parastina ewlehiya sînoran nîne. Ango hûn ewlehiya xwe, ewlehiya gelê xwe bi dagirkirina axa welatên din û bi mudaxaleya wê derê nikarin pêk bînin. Yên ku li cihanê ev yek ceribandin jî nekarin biikin. Îsraîl niha vê yekê didomîne. Bi awayekî axa ereban dagir kir. Bi vî rengê ewlehiya xwe pêk tîne û il wir dimîne. Tirkiye nikare tiştekî wisa bike. Bi awayekî demdirêj nikare bike" ve diyar kir ku hebûna Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê mayînde nîne.

TIRKIYEYÊ XWE BI AAS'Ê RE SÎNOR KIR

Kar anî ziman ku Tirkiyeyê îdiayên xwe yên li herêmê bi "Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) ya ku bixwe perwerde kiriye" ve bi sînor kiriye û wiha pêde çû: "Ev jî projeya ku ne rojava, ne Amerîka, ne Îran ne jî Sûriye qebûl bike nîne."

KRÎZA TÊKÎLDARÎ ALMANYAYÊ JI MEXDÛRBÛNÊ BIAFIRÎNIN E

Kar têkîldarî krîza ku di navbera Almanya û Tirkiyeyê di demên dawî de kur kiriye jî netesaduf e di pêvajoya referandumê de derketiye û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ji bo ku xwe mexdûr nîşan bidin ji bo rabûnekî neteweyî, têgehekî referandumê ava bikin, hewldana derxistina 'Erê' ye. Tu derdikevî evqas gotinan ji bo Almanyayê bi kar tînî. Belê divê mirov bibe robaş, Ji ber ku welatên emperyalîst dostên we yên herî nêz in. Ma we niha têkîliyên wan ên bi naziyan re keşf kir."

'WAN BI NAZÎZMÊ VE SÛCDAR DIKIN GELO YA KU HÛN DIKIN ÇI YE?'

Kar nirxandinên xwe wiha bi dawî kir: "Ya duyemîn jî hûn îtirazî vê yekê dikin lê li welatê we biawayekî bêinsaf ji akademîsyenan bigirin heta mamosteyan û hemû peywirdaran girtinên we berdewam dike. Pêkûtiyên li dijî parlamenterên HDP'ê. 12 ji wan li girtîgehê ne. 85 hevşaredarên hatine hilbijartin li hundir in. Hûn xebatên hilbijartin an jî referandumê nadin kirin. Navê vî çi ye? ev dê bê pirsîn. Ev pêkûtî ye? Faşîzm e? Terorîzm e? Bêguman serdana li Moskowê ji bo hemû rojava peyam e. Ango dibêjin me qibleya xwe diyar kiriye û ger ku niha û şunde pêşiya me bigirin, bi vî rengî bi ser me de bên cihê ku em biçin heye. Wa ye Rûsya. Ez bawer dikim ku dê behtir çûn û hatin, civîn pêk bên. Ji ber ku bi serdanekî bi vî rengê ji bi taybetî jî bi ya dawî re tiştek zêde nayê bidestxistin. Ez wisa difikirim. Di 8 peymanên hatine kirin de tiştekî zelal, şenber tuneye. Tenê hêvî hene. Ango Rûsyayê zêde zêde hêvî firotiye û ew jî mecbûr in vê bigirin. Têkîliyên di navbera Tirkiye û Rûsyayê wisa rehet nikare bê pênasekirin. Ji ber ku Rûsya beriya her tiştî ji PYD'ê re nabêje rêxistina terorê. Heta PKK jî heta niha wekî rêxistina terorê pênase nekir. PYD'ê li Moskowê buroya xwe vekiriye."

Kar got ku pêvajoya federasyonê ya li Sûriyeyê dê demeke bigire.

Kenan Kirkaya/Selman Gozelyuz - dîhaber