NAVENDA NÛÇEYAN - Hikûmeta Danîmarkayê, ji Tirkiye xwest ku bernameya Serokwezîr Bînalî Yildirim betal bike.
Serokwezîrê Danîmarkayê, tekildarî ziyareta Serokwezîr Binali Yildirim daxuyanî da û xwest hikûmeta Tirkiye mîtînga Damîmarka betal bike. Serokwezîrê Danîmarka Lars Lokke Rasmussen, diyar kir ku ji ber di rojên dawî de aloziyên di navbera Almanya, Hollanda û Tirkiyeyê pêk tên ew ji Tirkiye dixwaze bernameyê betal bike û wiha got: "Di şert û mercên asayî de min di xwest bi Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim re bûyerên dawî gotûbêj bikim. Li dijî nêzîkatiyên Tirkiyeyê ya ji bo Hollandayê, bi awayekî cuda nirxandina serdanê wê ne mimkûn be. Ji ber vê yekê min ji Tirkiyeyê xwest ku vê serdanê betal bikin.”