Koçyîgit: Divê AKP ji bîr neke tiştê wê dikir bi serê wê de tê

ÎZMÎR - Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan Gulistan Koçyigît, têkildarî krîza welatên Ewropa û îktîdra AK Partiyê diyar kir ku ew ne alîgirin ku wezir bên astengkirin û wiha got: Lê divê hikûmet vê yekê baş zanibe ku tiştê AKP'ê li welat pêk anî îro li dervê welat bi serê wê de tê.

Krîza di navbera Tirkiye û welatên Ewropa de her ku diçe mezin dibin. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan Gulistan Koçyigît, krîza di navbera Tirkiye û welatên Ewropa de nirxand. Koçyigît, diyar kir ku krîza di nava Ewropa û îktîdra AK Partiyê de ji ber polîtîkayên hikûmetê yên şaş û dijdemokratîk derdikevin holê. Koçyigit, xwest hikûmeta Tirkiye polîtîkayên xwe di ber çavan re derbas bike û bi rastiya xwe rû bê rûqalî hev û wiha got: "AKP li şûna çareseriyê pêş bixe hemû saziyên sivîl û demokratîk girt. Bi KHK’yan her kes tasfiye kir û polîtîkayên xwe serdest kir. Em bi yek alî diçin referanduma 16'ê Nîsanê. Mirov nikare di vê rewşê de qala demokrasiyê bike. Li cihê ku OHAL hebe avakirina Qanûna Bingehîn û referandum pêk nayê. Ji bo referandum pêk bê divê berî her tiştî OHAL bê rakirin."

'QAD LI CIVAKÊ Û GEL HAT GIRTIN

Koçyîgît, anî ziman ku armanca feferandumê ewe ku gel dengê xwe serbest bîne ziman û hêza muxalif karibe dengê xwe bilind bike û wiha berdewam kir: "Niha astengî heye. Li dijî eniya "Na" astengiyek gelek mezin heye. Dixwazin kesên kampanya "Na" dimeşîne wan teror pênase bikin. Li gelek bajaran qad li gel hatiye qedexekirin. Destûra mîtîngan nayê dayîn. Bêyi hincet bê nîşandan Newroz tên astengkirin. Hikûmeta AKP'ê xwe bi awayekî dijdemokratîk û faşist xuya dike. Dema em vê yekê rexne dikin û dipirsin, xwe wekî hêza mirovperwer û azadî perwer dide nasandin. Çavuşoglunun astengiya Hollanda ya li pêş xwe wekî Hitler û Naziyan pênase kir. Lê li xwe binere û xwe bibine dê bibîne ku pêkanînê wê ji yên Hîtler ne kêmtir in.

Koçyîgit, anî ziman ku AK Partiyê bi sedan sazî girtin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Li Tirkiye HDP partiya mezin a sêymîn e. Lê hevserokên wê girtî ne. Bi vê yekê jî nayê ser wekîltî û emdamtiya hevseroka HDP'ê Yuksekdag dixe. Ev aliyê serdest, otorîter û diktator nîşan dide. Ev pêkanîn yên Hîtler derbastir dike. Qedexeyên li Kurdistanê 2 sal derbas kir. Du salin li Kurdistanê komkujî heye. Rewşa Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Gever û Sîlopya heye. Em dê vana li ku veşêrin? Ma ev ne qedexeya firê ye. Bi hezaran siyasetmedar û rojnameger girtî ne. Divê hikûmet li eynê li xwe binere. Divê bi rastiya xwe re bû rûqalî hev. Divê berê hesap ji xwe bipirse û piştre hesap ji Ewropa bipirse.
Divê hikûmeta Tirkiye pêkanînên xwe û polîtîkayên xwe yên dijdemokratîk ên li herêmê û Tirkiye baş bibîne û rast bike. Hikûmeta ku rastiya xwe nebine û nebihîze, nikare bigêje armanca xwe. Niha AKP bi polîtîkayên xwe dor li xwe pêçaye û tengezar bûye. Tirkiye di ser Ewropa re bi polîtîkayên xwe re tê rûqalî hev. Em dibînin ku li Ewropa li dijî hikûmeta AKP'ê hêrs û bêzariyek mezin heye.