ÊLIH - Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr di civîna gel a Êlihê de axivî û diyar kir ku ew bi vîna gelê xwe hatine ser kar û yê ku vê ji wan bigire jî dê gel be.
Rêxistina Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) a Êlihê, di çarçoveya hevdîtinên siyaseta demokratîk de bi şîara "em niha bi gel re nîqaş dikin" civînek li darxist. Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr, Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Saadet Becerîklî, endamê MYK'a HDP'ê Omer Onen û rêveberên HDP û DBP'ê û gelek welatî tevlî civînê bûn.
'TUNE DÎTINA KURDAN PIRSGIRÊKEK SED SALÎ YE'
Osman Baydemîr, diyar kir ku hemû tiştên tên jiyîn ji bo tunekirina gelekî tê kirin û banga yekitiyê li gel kir. Baydemîr, da zanîn ku ev banga wan a yekitiyê û lêgerînên wan ne tenê ji bo rojekê ye ji bo pêşeroja wane û wihagot: "Zîhniyeta ku di Sykes Pîcotê de kurd ji nedîtî ve hatin, bêyî ji kurdan bipirsin peynam îmze kirin, sedemê vê pirsgirêka ku sedsalane û astengiya li pêşberî aştiyê ye."
'PARADÎGMAYA ME YEKITÎ Û AŞTIYA GELANE'
Baydemîr, bi lêv kir ku paradîgmaya HDP'ê bi dawîbûna şerê di navbera gelen, mezhep û cudahiyan de ye û wiha pêde çû: "Em dixwazin hemû gel bi çand û nasnameya xwe din ava hev de bijîn. Ji ber ku aliyan ez hezim nekirin êrîş û zextên xwe yên li dijî HDP'ê ku vîna gelê kurde li parlamentoyê zêde kirin. Yên ku behsa vîna gel dikin direwan dikin û bi polîtîkayên dikin re vîna gel ji nedîtî ve tên. Dema em hatin hilbijartin bi du emanetan em hatin ser kar, bi vîna Xwedê û gel em hatin. Em bi vîna gel hatin ser kar û yê ku me ji kar derxîne jî gel bi xwe ye."
Piştî axaftinan derbasî beşa pirs û bersivan bûn, nêrînên gel û hêviyên gel ên ji pêvajoyê hatin girtin û dê HDP nexşerêyek çawa bişopîne hat nîqaşkirin.