Onder: Heke îro bi Ocalan re hevdîtin pêk bihata dê em rexne bikirana

ENQERE - Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder 3 salan li ser hev peyama ji bo Newrozê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji tevahiya cîhanê re xwand. Onder aşkera kir ku Newroza 2017’an bi qasî av, nan û hewayê girîng e û ev tişt got: “Heke îro bi Ocalan re hevdîtin pêk bihata, dê destpêkê em rexne bikirana, piştra dê ji karên ku kêm hiştî re çareserî bidîta.”


Tirkiye di rojên gelek krîtîk û dîrokî re derbas dibe û Newroza ku wateyeke ‘Azadiyê’ lê hatiye barkirin rojên dîrojî pêşwazî dike. Ji ber Newroz berî referandûmê pêk tê, gelo dê helwesta hikumetê çi be û peyamên bên dayîn dê çawa bên pêşwazîkirin, bi guman e. Dîsa di Newrozên 2013, 2014 û 2015’an peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin xwandin û ev 2 sal e jî deriyê Îmraliyê hatiye girtin, tu peyamên Ocalan negihiştne civakê. Parlamenterê HDP’ê yê Enqereyê û endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, der barê Newrozê de nêrînên xwe ji dîhaberê re parve kir.

‘ÊDÎ WATEYEKE DİN A NEWROZÊ JÎ HEYE’

Onder da zanîn ku Newroz ji bo civakên li Rojhilata Navîn û bi taybetî kurdan wateyeke wê ya dîrokî ya “berxwedan û cejna azadiyê” ye û aşkera kir ku di salên dawî de bûye “cejna aştiyê” û ev tişt got: “Herî dawî ev 4 sal e wateyeke wê ya wiha heye. Dema Newroz tê gotin êdî li vî welatî aştî, azadî tê bîra mirov. Di sala 2013’an ve bû paradîgmaya nû ya birêz Ocalan. Êdî wateyeke nû lê tê barkirin.”
Onder destnîşan kir ku piştî pêvajoya şer ji hêla hikumetê e hat destpêkirin, konjoktor paşve vegeriya ye û wiha axivî: “Yanî dîsa şer destpê kir û dîsa ew peyamên tunekirinê vegehurîn îmhayê. Lê ji ber ku konkoktor veguherî vê rewşê, nikare pêşî li wateya nû ya Newrozê bigire. Berovajiyê wê divê hêj bêhtir li ser vî aliyê Newrozê bê rawestandin.”

‘DEMA TUNDIYÊ ZÛDE DERBAS BÛYE’

Onder derbirî ku hikumeta AKP’ê di sala 2012’an de qedexe derxistin û xwest ji derveyî 21’ê Adarê destûrê nede Newrozê, lê ev bi qismî hatiye rakirin û di vê der barê de jî ev tişt got: “Îsal jî bi heman şêweyî hin qedexe derdikevin pêş. Lê dîrokê jî nîşanî me da ku ev gel tundî, tunekirin û zextan qebûl nake. Wateya ku Cizîr, Sûr, Nisêbîn… Newroza Amedê girtiye ser xwe, êdî ev bar daye ser milê xwe.”

‘DI DEMA REFERANDÛMÊ DE DERFETEK E’

Onder aşkera kir ku referandûma îsal dengê Newrozê hatiye û ev jî ji bo kurdan xwedî wate ye û wiha pê de çû: “Berî referandûmê derfetek e. Em dikarin ji vê re bêjin derfendeke demokratîk. Ji ber ku Newroz ji bo xebatên referandûmê xwedî girîngiyekî ye. Dê îsal jî wisa be.”
Onder got ku yê wate da vê Newrozê Ocalan e û Ocalan di binê tecrîdeke giran de ye û di vê der barê de wiha axivî:

‘DESTPÊKÊ REXNE DIKIR Û PIŞTRE JI KARÊ KÊM MAYÎ RE ÇARESERÎ DIDÎT’

Onder da zanîn ku heke îro li ser Ocala tecrîd tune bûya û wan bi Ocalan re hevdîtin pêk baniya, dê Ocalan wan rexne bikira û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îhtimalek mezin dê pêşî em rexne bikirana. Ji ber ku hewlesta giştî û nêzikatiya me ya di vê xebatê de çi bû û me çi kir, me kîjan alî kêm hişt, me di kude kêmasî kir, dê bihata nirxandin. Ji ber wê jî her çi dibe bila bibe, dê li ser kêmasiyên ku me di rêya aştî, demokrasî û azadiyê de kiribû dê rawestiya û aliyê ku me kêm hiştibû dê ji wan re çareserî bidîta. Mijara herî zêde li ser radiwestiya, bêguman ji aştî û demokrasiyê girîngtir, Yekitiya Neteweyî ya Kurd bû. Gelekî girîngî dida vê mijarê. Tenê ji bo vê heyeteke tîplomasiyê ava kir û birêz Zana kir berpirsyarê vê û ji bo ku peyamên wî bigihîne gel, berdevk û rêveberên gelên herêmê.”

HEKE ŞENGAL LI SER PAYAN BE EV SAYA OCALAN E

Onder piştrast kir ku hêj berî ku DAIŞ derkeve, Ocalan li ser wê hişyarî kiribûn û dibe tam navê wê aşkera nekiribe, lê tam jî piratîkên wê bi awayekî zelal li gel wan zuhur kiriye û wiha got: “Li dijî vê xetereyê jî hişyarî kiribû û got ku ‘Ji bo kes li dijî vê têk neçe û rastî tecawiz û tunekirinê neyê, divê Hêzeke Aştiya Kurdan bê avakirin.’ Rêya ku di vir re derbas dibû jî wek Kongreya Neteweyî da nîşan.”
Onder destnîşan kir ku Ocalan tenê ne ji aliyê tarz û ûslûb ve, di aliyê têgeh û divê çawa serederî pêre bê kirin de jî xwedî nirxandinên bêhempa bû û ev tişt got: “Heke îro Şengal li ser piyan be û baweriya xwe bi xwe tîne, ev bi keda birêz Ocalan pêk hatiye.”

‘EV NEWROZ WEK AV, NAN Û HEWAYÊ GIRÎNG E’

Onder herî dawî got ku “Ev Newroz wekî av, nan û hewayê girîng e” û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Şertên dîrokî û civakî ev mesele heta vir anî. Ji ber ku pergal gelek tiştên ku bi salan e dixwaze bike, girtiye rojeva xwe. Ew çî ye? wekî ku di navbera gelê kurd û berdevkê wê yê siyasî de veqetandinek hebe dida nîşan. Dibe di refên navenda herba derûnî ya vî welatî de der barê vê yekê de plakek hebe. Wê diguherin û diguherin didin guhdarkirin, yanî ew referanduma ku birêz Ocalan bi her awayî red dikir, wê hişmendiya wê ya hegomonîk ku hemû mafên ku hatine destxistin tune dike qebûl nake, ev jî rûqalê Newrozê hat. Ji ber wê jî divê ev Newroz gelekî bi hêz, bi kelecan û bi berxwedanî bê pêşwazîkirin. Bi rastî jî cara ewil e ew qas ji bo me ev Newroz girîng e, qasî av, hewa û nan girîng e.”

Salman Gozelyuz / Kenan Kirkaya - dîhaber