ENQERE - Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr di civîna patiya xwe ya heftane de axivî diyar kir ku krîza bi welatên Ewropayê re tê xuliqandin operasyona avakirina hişmendiyekê ye û wiha got: "Rêveberiya ku ji aliyê hikûmetek bêaqil ve tê rêvebirin dê gel cezayê wê bide. Ji bo vî cezayî li gel ne birin em ê ji krîza sunî re bêjin Na."
Berdevkê Partiya HDP'ê Osman Baydemîr di civîna heftane ya koma xwe de nirxandin kirin. Rêveberên HDP'ê yên Edene, Antalya, bajar û navçeyan tevlî civînê bûn. Baydemîr, diyar kir ku bila gumana kesekê nebe dê ev zilm biqede û wiha got: "Hêza zilmê dê li dijî hêza gel binbikeve." Baydemîr bertek nîşanî xistina endamtiya partî û parlamenteriya Fîgen Yuksekdagê da û got ku ev êrîşa li dijî projeya HDP'ê ye.
Baydemîr, axaftina xwe wiha domand: "Pirsek min ji we heye, hûnê çawa cihê bi nirx ê Yuksekdag û parlamenterên din ji dilê gelê kurd sîlbikin. Hûn nikarin sîlbikin û nikarin bixin. Erdnîgariya Rojhilata Navîn erdnîgariya pîvanane. Her wiha erdnîgariya zilm û qetlîamane. Em qetlîma Qamişloyê carekdin şermezar dikin. Em dibêjin Xwedê rehma xwe li birayên me yên li wir jiyana xwe ji dest dane bike. Ew zalim dê rojekê li dîwan maf û li cîhanê derbikevin pêşberî hiqûqê. Her wiha em qetlîama Gaziyê jî şermezar dikin. Salvegera qetlîma Helepçeyê nêz dibe. Ev qetlîam qetlîamek wiha ye ku ji Zîlanê cudatir nayê destgirtin. Qetlîamek wiha ye ku ji qetlîama Şengalê cudatir nayê destgirtin. Dê rojek bê û li vê erdnîgariyê bi pêşengiya HDP'ê dê bi zilmê re rû bi rû bibin."
Baydemîr, hunermend Hozan Dilgeş û Emre Saltik ên ku beriya çend rojan jiyana xwe ji dest dan bibîranî. Baydemîr, anî ziman ku wekî Nemrut û Sedam zalimên her demê hene û wiha pêde çû: "Hikûmeta AKP'ê bi avakirina rojevên vala hebûna xwe didomîne. Tirkiyeya ku 3 aliyên wê avin 4 aliyên wê jî ji aliyê dijminan ve hatiye dorpêçkirin. Dema em li polîtîkayên AKP'ê dinêrin dibînin ku çawa ji aliyê dijminan ve hatiye dorpêçkirin. Bendbendîbûna hundir têrê nake niha jî hewl didin ku bi Ewropayê re krîzek mezin ava bikin."
'QANÛNÊN KU DANÎNE ÎXLAL DIKE Û DIBÊJE EM MEXDÛRIN'
Baydemîr, destnîşan kir ku HDP partiya pîvane û ev tişt goitn: "Kî tê bila bê em ji astnegiya fikran re dibêjin na. Faşîzm ji kê tê bila bê em dibêjin na. Lê tişta niha tê jiyan operasyona hişmendî û xapandinê ye. Mijarek a vî welatî heye. Ev qanûn çawa li dijî min tên bikaranîn, çawa ji bo pêkanîna wê mecbûrim, divê ji bo serokoar û wezîrên vî welatî jî bê pêkanîn. Tu wekî wezîr çima qanûna danî îxlal dikî. Ev bi wêjeya mexdûryetê dixwazin xebatên referandumê bimeşînin. Hûnê qeyûm tayînî şaredariya Hollandayê jî bikin? Li welatê de mirov dikarin bi awayekî azad fikrên xwe bînin ziman? Binêrin ev wêneyê ku we destûr neda heteya HDP'ê bikeve Cizîrê ye."
‘JI BO CEZAYÊ HIKÛMETA BÊAQIL GEL NEKIŞÎNE EM DIBÊJIN NA'
Baydemîr bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir:
"Em niha bi operasyona hişmendiyê re rû bi rû ne. Omer Çelîk bi vekirî got 'di vê krîzê de 2 puanên me zêde bûn' mesele hemû eve. Bila du puanên wan zêde bibin ji welat tê bila bê. Cezayê seriyê bêaqil ling dikişînin, gotinek wiha heye; Dê cezayê hikûmeya bi bêaqiltiyê tê birêvebirin gel bikişîne. Ji bo cezayê vê bêaqiliyê gel nekişîne û ji krîza vale re dibêjin na."