Ji parlamentera almanî ji bo Beştaş name

ENQERE - Parlamentera Meclîsa Federal a Almanyayê Ute Vogt a ku "parlamentera xwîşk" a parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş e name şand û wiha got: "Em li Tirkiyeyê li dijî hiqûq û demokrasiyê dinirxînin."

Parlamentera Meclîsa Federal a Almanyayê Ute Vogt a ku "parlamentera xwîşk" a parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş e ji bo piştevaniyê bide Beştaş jê re name şand. Vogt di nameya xwe de wiha got: "Koma Meclîsa Federal a SDP'ê girtina parlamentera ku di encama hilbijartinan de hatiye hilbijartin qebûl nake. Em vê li Tirkiyeyê li dijî dewleta hiqûqê û demokrasiyê wekî êrîşekî dinirxînin. Ji ber vê yekê jî em koma xwe ya meclîsê hestên xwe yên piştevaniyê dixwazin bê zanîn ku em bi HDP'iyan re ne."