ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Sirri Sureyya Onder ji bo parlamenter û hevserokên HDP’ê yên girtî bang li Dadgeha Qanûna Bingehîn kir û wiha got: “Tişta em ji we dixwazin ewe ku hûn rêz nîşanî hiqûqa xwe bidin û li gorî wê tevbigerin. Hûn nikarin vê berdin nav demê û durî berpirsyariyê bisekinin.”
Parlamenterê HDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder û Parlamenterê Stenbolê Celal Dogan, ji bo parlamenter û hevserokên HDP’ê yên girtî serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da û derbarê serlêdanê de civîna çapemeniyê li darxistin. Di civînê de destpêkê Dogan, axivî û diyar kir k udi dîrokên cuda de hevserokên giştî, du serokwekîlên komê û 9 parlamenterên wan hatine girtin û bi bîrxist ku li ser serlêdana wan a Dadgeha Qanûna Bingehîn 132 roj derbas bûne.
Dogan, da zanîn ku divê demildest dosyayên serlêdanên wan bixin rojevê.
'SERLÊDANA HDP’Ê NEGIRT ROJEVÊ’
Dogan, anî ziman ku ev pêvajo pêvjoyek bêhiqû û bêmafe û wiha got: “Wekî hûn jî dizanin serlêdana kesayetî ya Dadgeha Qanûna Bingehîn di maf û hiqûqê de wekî şoreşekê hat nîşandan. Piştî parlamenterên HEP’ê hatin girtin me serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da lê serlêdanên me negirtin rojevê. Divê ev rewşa ku serlêdana me ne girtine rojevê ji holê rabe. Divê Dadgeha Qanûna Bingehîn karê li pêşiya xwe rake û tu karek ji girtina hevalên me girîngtir nîne.”
'DÊ BI KÎJAN HINCETÊ BÊN DARIZANDIN’
Sirri Sureyya Onder jî bi lêv kir ku Îdrîs Baluken ji dengdana hevpar a 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat berdan û wiha axivî: “Di hinceta vê berdanê de çi heye; komkirina delîlan û cezayê hatiye xwestin tiştên wiha hene. Feraseta hinceta berdanê ya Dadgeha Qanûna Bingehîn destpêkê bû. Em bawer nakin ku hikûmet zextan li vê daqê nake. Bi pêkanînek ku nehatiye dîtin dozger îtîraz kir û ji dadgehek din carekdin biryara girtinê derket. Dê dîsan derbikeve pêşiya dadgeha ku biryara berdanê daye. Dê bi kîjan hincetê bê darizandin. Divê Dadgeha Qanûna Bingehîn li cihekî ku vana hemûyan bibine berê xwe bike mijarê.”
‘HÛN NUKARIN DURÎ BERPIRSYARIYÊ BISEKININ’
Onder, di dawiyê de wiha axivî: “Her roj bilûkek din datînine ser dîrokan şermê ya vî welatî. Dîrokê nîşanî me daye ku di demên zextên wiha de kesên xwedî teserufê ji xwe re qulekî xwe têde veşêrin geriyane. Ez dixwazim li vir bang li Dadgeha Qanûna Bingehîn bikim. Tişta em ji we dixwazin ewe ku hûn rêz nîşanî hiqûqa xwe bidin û pêk bînin. Hûn nikarin vê berdin nav demê û durî berpirsyariyê bisekinin.”