Baskin Oran: Krîza Ewropayê vediguherînin 15'ê Tîrmeha duyemîn

ENQERE - Prof. Dr. Baskin Oran, krîza bi Almanya û Hollandayê ya beriya referandûmê re tê afirandin niraxand û got, ji bo ev pêkanîn bi kêrî Erdogan bên, vediguherînin '15'ê Tîrmeha duyemîn' û ji ber vê tê kişkişkirin. Her wiha Oran, got ev pêkanîn bi hêleke xwe ve dişibe serdema McCharthy.

Prof. Dr. Baskin Oran, krîza bi welatên Ewropayê ya beriya referandûmê tê jiyîn nirxand.


JI BO BI KÊRÎ ERDOGAN BÊ 15'Ê TÎRMEHA DUYEMÎN

Oran, dest nîşan kir ku ev krîz ji bo "Erê" tê kirin û wiha got: "Bi zanebûnî hat destpêkirin an na nizanim. Lê bi awayekî zanebûnî tê domandin û kişkişkirin." Oran, diyar kir ku ji bo ev bi kêrî Erdogan bê niha erka "15'ê Tîrmeha Duyemîn" lê hatiye barkirin.

HINDIK BE JÎ DÊ DENGÊN 'ERÊ' ZÊDE BIKE

Oran, balê kişand ser kûrkirina krîzê ya beriya referandûmê û wiha got: "Hindik be jî dê dengên 'Erê' zêde bike, lê dê çi qasî zêde bike nizanim." Oran, dest nîşan kir ku ev girêdayî "Domandina krîzê ya ji aliyê Erdogan û kişkişkirina mirovan" de. Oran, balê kişand ser krîzên bi Îsraîl, Rûsyayê û krîza niha ya bi welatên Ewropayê û wiha axivî:

“Helbet dê taliyê raweste. Lê ji bo Erdogan a girîng ew e ku bi kêrî referandûma 16'ê Nîsanê bê. Fêdeya krîzê berê ewqasî tune bû. Lê niha heye. Armanc tenê serketina referandûmê ye. Wadeya armancê kurt e."

WISA DIFIKIRE KU DÊ RAYA NÎJADPERET BER BI XWE VE BIKÊŞE

Oran, krîzên Tirkiyeyê yê bi Îran, Iraq, Sûriye, Misir, Îsraîl, YE û carinan jî bi DYA'yê re niraxndin û got, di her serdemek siyasî de erkeke krîzan hebûye û wiha domand:

DI SERDEMA MCCARTHYÊ DE JÎ EV TIŞT PÊK HATIBÛN

“Erdogan çi qas î krîzê derbixe, wisa difikire ku ew ê evqasî jî raya netewperest-muqadesatî jî ber bi xwe ve bikêşe. Lê dê helbet li cihekî mirov biwestin. Di dawiya salên 40'î û di destpêka salên 50'î de li Amerşkayê ji bo McCarthy jî heman pêvajo xwe dabû der."