HATAY - Li Heleb û Îdlîbê bi êrîşên hewayî yên Rûsyayê yên li dijî El Nûsra û Ehrar El Şamê yên li nav OSO'yê cih digirin re, wê ber bi Tirkiyeyê ve pêleke koçberiyê yanî pêk bê. Rojnameger Hasan Sîvrî balê kişand ser rewşa ku wê pêk bê û dest nîşan kir ku, li gel penaberan wê komên selefî jî ber bi Tirkiyeyê ve werin.
Li Sûriyeyê komên OSO'yê yên li gel El Nûsra û Ehrar El Şamê tevdigerin, li rojhilatê Helebê êrîşên wan î li dijî rejîma Esed a ku Rûsya piştevaniya wê dike, bi awayekî dijwar didomin. Li gel vê, bi êrîşên hewayî yên Rûsyayê û êrîşên bejahiyî yên rejîma Esad jî, komên selefî derbên giran dixwin. Her wiha tê dîtin ku, merheleya din ya şerî wê li Îdlîba ku di bin venêrîna komên selefî de ye û li sînorê Tirkiye-Sûriyeyê ye bidome. Rojnameger Hasan Sîvrî pêkanînên li rojhilatê Helebê û Îdlîbê nirxandin û anî ziman ku, komên selefî ji roja ku şer dest pê kiriye heta niha li dijî artêşa Sûriyeyê bi dehan car îlana operasyonên berfireh kirine, lê belê tu carî jî bi ser neketine.
'BIRYAR LI DÎLOKÊ HAT DAYÎN'
Sîvrî dest nîşan kir ku, Heleb ji bo rejîma Sûriyeyê û piştevanên wê bi tena serê xwe Sûriyeyek e û diyar kir ku, ji ber vê ne pêkan e ku Sûriye û Esad dev ji Helebê berdin û derpêş kir ku, Heleb di tîrmeha 2012'an de daxilî şerê Sûriyeyê bûye, biryara daxilbûyîna wê jî li Dîlokê hatiye dayîn.
‘TIRKIYE BI PÊLEKE NÛ YA KOÇBERIYÊ RE RÛ BI RÛ YE'
Sîvrî derpêş kir ku, bi êrîşên hewayî yên Rûsyayê û bi operasyonên bejahiyî yên artêşa Sûriyeyê re komên selefî tengijîne û dest nîşan kir ku, wê piştî Helebê herêma Îdlîbê, di navbera El Nûsra û Sûriye-Rûsyayê de pevçûnên dijwar biqewimin. Sîvrî ê dest nîşan kir ku, navenda El Nûsrayê Îdlîb e anî ziman ku, hemû têveberên payebilind ên El Nûsrayê li Îdlîbê ne. Sîvrî diyar kir ku, Îdlîb wek navenda cîhada kûreyî hatiye veguherandin û dest nîşan kir ku, ji ber vê şerekî dijwar li benda Îdlîbê ye. Li gel vê Sîvrî da zanîn ku, li Îdlîbê şêxên rêxistinên selefî bangên cîhadê zêde kirine û got, têkildarî vê dibe ku di rojên pêş de ber bi Tirkiyeyê ve pêleke nû ya koçberiyê dest pê bike. Sîvrî diyar kir ku, tu bikî nekî wê koçberî ber bi sînorên Tirkiyeyê ve pêk bên û dest nîşan kir ku, li gel sivîlan wê ev koçberî ji endamên rêxistinên selefî jî pêk bê.
‘WÊ KOMÊN SELEFÎ REF BI REF KOÇÎ TIRKIYEYÊ BIKIN'
Sîvrî diyar kir ku, bi vê pêla koçberiyê re wê şert û şirûtên penaberên ku li Tirkiyeyê niha bi wan re rû bi rû mane dijwartir bibin û anî ziman ku, li gel penaberan wê komên selefî jî ref bi ref koçî Tirkiyeyê bikin û ev nîşaneya xetereyê ye. Sîvrî anî ziman ku, ji roja ku şerê Sûriyeyê dest pê kiriye heta niha, Tirkiye bûye binkeya komên selefî û got, êrîşên bombeyî û cinayetên pêk tên nîşaneya vê ay herî girîng e. Sîvrî diyar kir ku, rewşeke wisa pêk bê, wê komên slefî li Tirkiyeyê ji xwe re qadên jiyanê bibînin û got, ev jî tê wateya ku li pêş Tirkiyeyê pêşerojeke nebaş dixuyê. SÎvrî herî dawî got, pêvajoya El Qaîde ya ku 30 sal berê li Afxanîstanê dest pê kir, wê ji bo Tirkiyeyê jî bi awayekî hêzdar bidome.