Mulkiye Turk: Aştî xistin nava çar dîwaran

MÊRDÎN - Hevsera Ahmet Turk, Mulkiye Turk diyar kir ku dilê Turk bi pîla dişxule û wiha got: "Bi dek û dolaban Ahmetê ku nexweşiya wî girane jî ew girtin û şandin girtîgehê. Çi dibe bila bibe Ahmet tu caran dev ji aştî, demokrasî û hevpariyê bernade."

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ê ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ya di çarçoveya OHAL'ê de hat derxistin de ji peywirê hat girtin û di 21'ê mijdarê de hatibû binçavkirin, piştî îfadedayîna li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadweriya Cezayê Sulhê hat kirin.Turk bi îdiayên wek "Xebatkarên şaredariyê xizmên PKK'yî ne", "Li Mintiqa Bênderê ya Çiyayê Bagokê çêkirina Goristana Bagokê", "Çêkirina polên pêşdibistana perwerdehiya zimanê dayikê dide" hinceta "Endamê rêxistinê" dan nîşandin û ji aliyê dadgehê ve hat girtin.

'Dilê wî bi pîla dişxwule nikare di girtîgehê de bimîne'

Hevsera Turk Mulkiye Turk derbarê girtina Turk de axivî wiha got: "Ahmet bi salan ji bo demokrasî û aştiyê xebitiye. Ji bo demokrasî û aştî bê vî welatî qada sîyasetê de tekoşîna xwe her dem berdewam kiriye. Temenê wî 74 sale, nexweşîna wî jî gran e. Dilê wî bi pîla dişixwule nikare di girtîgehê de bimîne." Mulkiye Turk diyar kir ku Ahmet Turk di salên 80'ê yan de li girtîgehan di bin îşkenceyan de derbasbûye û wiha pêde çû:"Dema ku Ahmet li Girtîgeha Amedê dima ava fraqa didan wan. Li ber çavên min bi dehan leşker rabûn ser leşê wî û pê li leşê wî dikirin.Vanha îşkenceyên ku li ber çavên min qewimîne.Yên ku min nedîtiye de niha çi hene!."

Turk anî ziman ku Ahmet Turk ji bo gelê xwe her dem têdikoşe wiha berdewamkir: "Bila ev zulma ku dewlet bikar tîne bê sekinandin. Wê heta kîngê vê zulma xwe berdewam bikin. Zulma ku li me dikin dê li wan vegere." Turk daxuyand ku di girtina Ahmet Turk de tu delîl tûneye û girtin bi delilên derewin wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi dek, dolab û derewan Ahmetê ku nexweşina wî girane girtin û şandin girtîgehê. Çi dibe bila bibe Ahmet tu caran dev ji aştî, demokrasî û hevpariyê bernade. Wê tekoşîna xwe berdewam bike."