Kurkçu: Li dijî kurdan modela Srî Lankayê tê sepandin

CENEVRE - Parlementerê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu yê li konferansa ku ji aliyê Komeleya World Cîtnzensê ve hat lidarxistin axivî got, li Tirkiyeyê HDP'ê tekane partiya ku mafê kêmaran diparêze ye, ji ber vê êrîşên li dijî HDP'ê di esasê xwe de li dijî kêmarane jî û dest nîşan kir ku, li dijî kurdan modela Srî Lankayê tê sepandin.

Parlementerê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu yê li bajarê Cenevreyê yê Swêdê beşdarî konferasa Li Tirkiyeyê Kêmar û Mafên Mirovan a ji aliyê Komeleya World Cîtîzensê ve hat lidarxistin bû, tevî Parlementerê BDP'ê yê berê Demîr Çelîk û Parêzer Ercan Kanar axivî.

Parêzer Ercan Kanar diyar kir ku, rewşa ku niha li Tirkiyeyê tê sepandin ne OHAL e, rejîma rêveberiya awarte ya kêfî ye û got, ev li dijî Qanûna Bingehîn a Tirkiyeyê û peymanên navnetewî ye. Kanar anî ziman ku, sepandinên li Herêmên Ewleyiya Taybet ên ji zû de ye hatine îlankirin di esasê xwe de qirkirin e û dest nîşan kir ku, sepandinên li herêmê, sepandinên modela Srî Lankayê ne.

Parlementerê BDP'ê yê berê Demîr Çelîk jî di axaftina xwe de balê kişand ser paşplana dîroka pirsgirêka kurdî û got, tu cudahiya pêkanînên niha ji Fermana Şark Islahatê tune ye.

‘ÊRÎŞA LI DIJÎ HDP'Ê LI DIJÎ KÊMARA YE'

Parlementerê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu jî dest nîşan kir ku, HDP ji bo hemû civatên ku mafên wan hatine binpêkirin têdikoşe û wiha got: "Em li Tirkiyeya îroyîn hewl didin ku ji bilî dîmena heyî, pêkanîna dîmeneke din jî pêkan e." Kurkçu got, êrîşên li dijî HDP'ê di heman demê de li dijî mafên kêmarên li TIrkiyeyê ye jî ûw iha got: "Di vê rêyê de gava ewil di serdemên 5-6-7'ê îlonê de hat avêtin. Lê belê me vê zêde nehavêt nava xwe. Lê geşedanên îroyîn nîşan didin ku, derbeya rasteqîn wê demê dest pê kiriye."

Kurkçu got, li gel parlementerên HDP'ê girtî ne jî ev li pêşberî serokatiyê tekane astengiye û ji ber vê AKP bi MHP'ê re hevkariyê dike û dest nîşan kir ku, Plana Rûxandinê ya ku berê jî di nûçeyan de derdiket gav bi gav tê sepandin û got, di vê mijarê de wan pirs arasteyî wezaretên eleqedar û Serokwezîr kirine, lê bersiv nehatiye dayîn ku ev nebersivdayîn jî delîla vê ye.

Pişt re konferans bi pirs û ebrsivan domand.