AMED - Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Nadir Yildirim, anî ziman ku li welat di serdemeke şaşaya şer tê kirin de dê agirê Newrozê bê vêxistin û got, dê li zêdeyî 100 navendî agirê Newrozê bê vêxistin. Yildirim, dest nîşan kir ku ew ê wek destkeftiyeke mezin pêşwaziya Newrozê bikin û wiha got: "Heke em biherikin qadan û govenda azadiyê bigerînin, dê faşîzm winda bike."
Dê îsal bi pêşengiya DBP û HDP'ê bi şîara "Em ê Bi Serkevin" li gelek navendan Newroz bê pîrozkirin. Piştî bernameya pîrozbahiyên Newrozê yên li 33 navendan diyar bû, li herêmê bênavber xebatên pîrozbahiyê didomin. Parlementerê HDP'ê yê Wanê û Endamê Komîsyona Bilind a Newrozê Nadir Yildirim, têkildarî xebatên Newrozên axivî.
‘EM ZAF NÊZÎ SERKETINÊ NE, DÊ ÎKTIDAR BIHEJE'
Yildirim amaje bi rewşa heyî ya welat a ji ber geşedanên salên dawî anî û wiha axivî: "Em niha pêşbaziya Newroza 2017'an dikin, lê rejîm bi krîzeke mezin re rû bi rû ye. Êdî nikare aboriyê bi rê ve bibe. Êdî nikare siyasetê, civakê bi rê ve bibe. Êdî nikare parlementoyê bi rê ve bibe. Em bi rejîmeke ku alozî lê peyde bûye re rû bi rû ne. Di dîrokê de îktîdareke ku serdema xwe ya herî lawaz û qels dijî heye. Her ku krîz kûrtir dibe, lawaz dibe bêtir diheje. Bêtir êrîş dike. Ev ne ji ber ku bihêz e, ev bêhêziya wê nîşan dide. Heke îktîdareke hêzdar bûna, dê nêvengeke demokratîk, azadîxwaz hebûna. Di nêvengeke bi tu awayî ev tişt lê tune ne de, em Newroza 2017'an bi dirûşmeya 'Em ê Bi Serkevin' pêşwazî dikin. Em zaf nêzî serketinê ne. Hêviya serketinê zêdetir li me peyde bûye. Di vê serdemê de serdest ji bo şikandina hêviyê êrîş dikin. hevşaredar, parlementer, gel girtî ye. Îktîdar şaşaya şer dike. Em di serdemeke wisa de ber bi Newrozê ve diçin. Heke em bi awayekî hêzdar azadiyê biqîrin, şelmaqeke biqawet lê bixin, dê îktîdar biheje. Û dê zêde nikaribe li ser piya bisekine."
‘EM Ê LI ZÊDEYÎ 100 DEVERÎ AGIRÊ NEWROZÊ VÊXIN'
Yildirim, anî ziman ku ew ê bi pîrozbahiyên Newroza 2017'an serketina hilbijartina referandûma 16'ê Nîsanê deklere bikin û got, ew di Newrozê de dixwazin mizgîniya encama 16'ê Nîsanê bidin. Yildirim wiha axivî: "Dê mizgîniya me ev be; rûxandina kesên despotîk ên îmhakirina kurdan ji xwe re dikin hedef, destkeftiya bihatê ya gelan, destkeftiya azadiyê. Di vî warî de mirov dikare bibêje ku Newroza 2017'an xwedî girîngiyeke mezin e. Em ê li zêdeyî 100 deverî agirê Newrozê vêxin. Heke astengî çêbibin jî, em ê li hezaran cihî Newrozê pîroz bikin. Me plana 37 navendan çêkir. Ji bilî vê jî dê gelê me li her derî Newrozê pîroz bike. Ji 15 mehê û vir ve me bersivên erênî ji walîtiyan girtin. Destûra ya Amedê hat dayîn. Li hin deveran jî ji bilî 21'ê Adarê destûra pîrozbahiyan nayên dayîn. Gelê me bi hezaran sal e Newrozê pîroz dike. Di 40 salên dawî de veguherî cejneke netewî. Cejneke bi wateya vejînê, hebûna ji nû ve nayê astengkirin. Dê gelê me Newrozê pîroz bike. Em ê Newrozê wek destkeftiyekê pîroz bikin."
‘EM AGAHIYAN JI OCALAN NAGIRIN, BENDEMAYÎNA PÊVAJOYA 2013'AN NE RAST E'
Yildirim, pirsa di pîrozbahiyên Newroza îsal de dê vegera li pêvajoya 2013'an hebe yan na bersivand û wiha got: "Li çar aliyên welat amadekariyên şerê îmhay tê kirin. Operasyonên qirkirina siyasî didomin. Em ê li dijî van astengiyan bi awayekî hêzdar li qadan bin. Em dizanin ku bêyî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çareserî nepêkan e. Têkildarî şert û mercên rêber de agahî tune ne. Di rewşeke ku em nikarin agahiyê wergirin, bendewariya pvajoyeke wek a 2013'an ne rast e."
‘DÊ BI GOVENDA AZADIYÊ FAŞÎZM WINDA BIKE'
Yildirim, dest nîşan kir ku dê Newroza 2017'an bibe sala azadî û têkoşînê û wiha bang li gelên Tirkiyeyê kir da dakevin qadên Newrozê: "Em di pêvajoyeke ku dê azadiya gelê me bi ser keve de ne. Ev bi têkoşîn û berxwedanê pêkan e. Divê em asta têkoşînê bilind bikin. Em ê Newroza 2017'an bi bi destkeftiyeke mezin pêşwazî bikin. Em di serdemeke ku bi qasî tehdît û pirsgirêkan, evqas jî hêvî û bawerî tê de heye dijîn. Di her serdemê de pêvajoyên krîtîk hene. Şîara Newroza 2017'an jî em ê bi serkevin ne. Heke em biherikin qadan û govenda azadiyê bigerînin, dê faşîzm winda bike."