ENQERE - Di vê pêvajoya ku ji referandumê re roj mane de tê dîtin krîza bi Ewropayê re pêş dikeve bandorê li ser ferqa di navbera “Erê” û “Na” nake, fikarên dê krîzên mezintir ava bike derdikevin holê.
Ji referandumê mehek kêmtir maye. Anketên tên kirin diyar dikin ku “Na” bi ferqek mezin li pêşe û eniya “Erê” jÎ bi taybet piştî krîza bi Ewropayê re hewl dide rewşê komî serhev bike. Ji ber vê gotinên li dijî Ewropayê hişktir bûn û wekî beriya hilbijartinên 7’ê Hezîranê ji bo alî bên dîtin gotinên “Şerê Haçli-Hîlal” bi fermî xistin dewrê.
KÊ WEZÎR ŞAND?
Bi taybet piştî krîzê hikûmet û serokomar ji bo bizanibin ku krîzê bandorek çawa li ser gel kiriye anket çêkirin û ev ji aliyê nivîskarên nêzî AK Partiyê ve hat gotin. Krîza li ser Wezîra Karên Malbat û Civakî hat avakirin zêdetir dibe, gotinên Wezîr ên “Ger Serokomar Erdogan banga vegerê ne kiribaya ez ne dizivirîm” bû sedema nirxandinên Erdogan bi xwe Wezîr şandiye Hollandayê. Ev nirxandin, beriya niha Serokwezîr Bînalî Yildirim, diyar ku beriya hilbijartinên Hollandayê pêkanîna çalakiyekê ne raste. Piştî krîza Hollandayê gotinên Serokomar Erdogan ku derket kanalek TV’yê yên “Dê hemû wezîr heman ziyaretan pêk bînin” van gotinan piştrast dike.
KRÎZÊN NÛ MIJARA GOTINÊ NE
Lê igel vana jî tê diyarkirin ku krîzê bandora tê xwestin li ser hilbijêran ne kiriye. Koordînatorê Navenda Lêkolînên Raya Giştî ya Avrasyayê (AKAM) Kemal Ozkîraz, vê rewşê piştrast dike û da zanîn ku hilbijêrên AK Partiyê fikarên dê krîza bi Ewropayê re vegere krîza aborî dijîn û wiha got: “Hilbijêr berî her tiştî dê bere xwe bike berîka xwe. Li qada me lêkolîn pêk aniye MHP’iyên ku ji AK Partiyê re dibêjin ‘Erê’, pirsên temam ‘Erê’ li pêşe, lê dê reîs (Erdogan) çi bike hemleyên wî dê çibin? Dipirsin. Ev krîz ne dihat dîtin. Hilbijêrên wî bi xwe jî li benda vê krîzê bûn. Me piştî krîzê lêkolîn pêk neanîne lê ez bawernakim ku ev krîz bandorê li ser hilbijêran bike.
KRÎZÊN CUDA LI BER DERÎ NE
Hikûmet bi penaberên ku li otobusan siwar dikin û dişinin ber deriyê Ewropayê, armanc dike bi Neteweyên Yekbûyî paşde gav bide avêtin û armanc dike ku bi rageşiya heyî raya giştî ya hundir dirêjtir bike. Lê bi vê re fikarên dê rêbazên krîzên cuda û nû bixin dewrê tê jiyîn.”