AMED - Ji avakarên AK Partiyê û Wezîrê Karên Derve yê berê Yaşar Yakiş, dest nîşan kir ku sedemeke kûrbûna krîza dîplomatîk jî pirsgirêka kurd e û wiha got: "Pêvajoya Dolmabahçeyê rûxiya. Lê li cîhanê bereksê wê heye. Yanî cîhan hîn bêtir pirsgirêka kurd derdixe pêş, lê me ev mijar ji rojevê derxistiye."
Ji avakarên AK Partiyê û yekemîn Wezîrê Karên Derve yê hikûmeta Ak Partiyê Yaşar Yakiş, krîza di navbera Tirkiye û cînarê wê û welatên Ewropayê de bi gotina "Li realîteya eraziyê nayê" pûxte kir. Yakiş, di sefaretên Lagos, Roma û Şamê de û li Nûnertiya Daîmî ya NATO'yê jî peywirdarî kiriye. Bi bîr xist ku, ji ber wî polîtîkaya Tirkiyeyê ya der barê Sûriyeyê de nirxandiye ji partiyê hatiye îxrackirin.
'BI PÊŞNIYARÊN XWE YÊN SÛRIYEYÊ HATIM, BI REXNEYÊN XWE YÊN JI BO SÛRIYEYÎ HATIM AVÊTIN'
Yakiş, diyar kir ku dema ew li Zanîngeha Oxfordê mamoste bû, wî di balafira Stenbol-Enqereyê de fikrên xwe yên têkildarî Sûriyeyê ji Egemen Bagiş re vegotiye û piştî vê serpêhatiya wî ya bi partiyê re dest pê kiriye. Her wiha Yakiş, dest nîşan kir ku, vê carê jî ji ber fikrên xwe yên derbarê Sûriyeyê de ji partiyê hatiye îxrackirin. Yakiş wiha domand: "Wê demê hevalekî nêzî Serokomar telefonî min kir. Got, keko polîtîkaya me ya derve dirust bi rê ve naçe. Herî baş tu dikarî vê vebêjî. Ma tu nikarî, di rojnameya Today Zamanê de der barê polîtîkaya me ya derve de binivîsî û vebêjî?(Heman kes hîn jî li ser kar e) Vê carê jî di sala 2015'an de gotin çima tu di vê rojnameyê de dinivîsî û ji ber vê bi awayekî nivîskî îfadeya min hat wergirtin. Di biryara lijneya dîsîplînê de wiha hat gotin; 'Ji ber di rojanmeyeke ku fînansmana dewleta paralel dike de dinivîse, biryara îxrackirina wî hatiye dayîn.'"
'POLÎTÎKAYA DERVE LI REALÎTEYA ERAZIYÊ NAYÊ'
Yakiş, anî ziman ku Tirkiye ji ber pirsgirêka kurd di polîtîkaya derve de diterpile û got, hin karîgeriyên fikrî yên din jî hene û wiha domand: "Em wiha bifikirin; heke meseleya kurd a bakurê Sûriyeyê tunebûna, dê niçikên din ên polîtîkaya me ya Sûriyeyê jî, li realîteyên eraziyan li hev neyên. Polîtîkaya Tirkiyeyê ya Misirê jî şaş e. Li Misirê derbeyek çêbûye, dest danenî ser îdareyeke leşkerî, lê otorîteya xwe pêk anîne! Li eraziyê tu beramberiya me ya gotina me ya 'na em kesê niha welat bi rê ve dibe nasnakin, em mirovê di hepsê de ye nas dikin' tune ye. Têkiliyên me yên bi Îsraîlê re jî heman tişt in. Di dema serdema keştiya Mavî Marmarayê de heke tu bêjî bi meqamên Îsraîlê re 'em naxwazin bi wan re tevkariyê bikin', wê demê tu yê bibî lîmanên Misirê û di deriyê refahê de bibî. Lê dikaribûn tevlî wê pevçûna ku bû sedema mirina 9 welatiyên me nebin. Yanî xeletî hat kirin, ji ber fêm kirin ku xeletî kirine, lêborîn xwestin. Ya bi Rûsyayê re jî heman rewş bû."
‘HÎN RÛSYA BEDÊL NEDAYE DAYÎN'
Yakiş di wê qenaetê de ye ku "Pêşî tevgerîneke tund, paşê lêborîn" saziya siyasetê diherifîne û divê ev kar ji dîplomatan re bê hiştin. Yakiş têkildarî xistina balafira Rûsyayê û krîza bi Hollandayê re wiha got: "Hîn Rûsyayê wê bdeêla dixwaze bi Tirkiyeyê bide dayîn nedaye. Yanî qenaeta min ew e ku hîn nebûye.
YÊ BIXISIRE DÊ EM BIN
Piştî destûr nehat dayîn ku balafira Çavuşoglu li Hollandayê dakeve, Serokomar Tayyip Erdogan wiha got, 'Ji niha û pê ve em ê bibînin bê ka balafirên te çawa dikarin bên Tirkiyeyê?' Mesela şîrketa rêhewayî ya KLM'ê heftê 10 seferan bike, Rêhewaya Tirk heftê 70 seferî dike. Yanî ev gotin ber bi rapeliqînê ev diçin û yê ji vana bixisire jî dîsa em ê bin. Heke hûn bikaribin xwe li encamên wê ragirin, hûn dikarin her tiştî bikin!"
‘PISGIRÊKA KURD BI RÊBAZA LEŞKERÎ NAYÊ ÇARESERKIRIN'
Yakiş, pirsgirêka kurd a bandoreke zêde li polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê dike, wek "Pirsgirêkeke 180 salî" dibîne û got, hikûmet bi pêvajoya Dolmabahçeyê teşhîseke baş ji bo pirsgirêkê daniye, lê belê ew tu wateyê nade bidawîkirina wê. Yakiş, diyar kir ku cîhan kurdan wek "li 4 welatî tekane gelê bê dewlet ê 40 milyonî" pênase dike û wiha domand: "Pêvajoya Dolmabahçeyê rûxiya. Lê li cîhanê bereksê wê heye. Li cîhanê ev mijar kêm dihat axaftin, lê me vê bi Dolmabahçeyê bilintir kir. Ji dêvla me ev hêzdartir bikiran, lê me bereksê wê kir. Yanî cîhan hîn bêtir pirsgirêka kurd derdixe pêş, lê me ev mijar ji rojevê derxistiye."
Yakiş, balê kişand ser Kurdistana Federe ya li Iraqê hat avakirin û got, her çi qas li Sûriyeyê rewş nediyar be jî, di heman îstîqametê de bi pêş ve diçe. Yakiş wiha axivî: "Ev mijar beriya 10-15 sal berê di rojeva têkiliyên navnetewî de derketibû pêş. Li cîhanê ev geşden hebûn, lê li gel vê li Tirkiyeyê jî demekê gavên baş hatin avêtin, paşê rucû bûn. Di xwarineke ku Serokomar ji bo avakaran dabû de min ev gotin; cîhan vê mijarê bêtir derdixe pêş, lê Tirkiye wê ji rojeva xwe derdixe. Divê em hay ji vê hebin. Dema em polîtîkayekê çêbikin, divê em rewşa li cîhanê jî li ber çavan bigirin, heke em negirin em ê li holê bimînin, em ê bi tenê bimînin."
'DIVÊ OCALAN BIAXIVE'
Yakiş, diyar kir ku piştî Turgut Ozal, Tayyip Erdogan bi pêvajoya Dolmabahçeyê mijar baş fêm kiriye û woha got: "Ji bo çi bi ser neket, a rast paşperdeya wê baş nizanim." Her wiha têkildarî vî qenaeta Yakiş ev e; "Heke ev kar bê çareserkirin dîsa dê bi Erdogan re bê çareserkirin." Yakiş, dest nîşan kir ku li Iraqê federaliyeke kurdan heye, li Sûriyeyê jî heman pêvajo heye û li Îranê jî bi navê Kurdistan du eyalet hene û wiha got: "Divê terhê rêveberiyeke ku hem ji bo kurdan hem jî ji bo tirkan bi awayekî zêde maf û azadiyên bingehîn di xwe de dihebîne bê pêşxistin."
Herî dawî yakiş wiha got: "Divê Abdullah Ocalan biaxive. Ji xwe Dolmabahçe jî wisa dest pê kiribû. Metna li Îmraliyê hat amadekirin li vir hem bi kurdî hem jî bi tirkî hat xwendin. Ev hemû hatin kirin, divê ew berdewam bike."
Sedat Yilmaz - dîhaber