STENBOL - Serokomar Tayyîp Erdogan li hemberî biryara Parlamentoya Ewropayê nerazîbûn nîşan da û wiha got: "Li min binêre, heke hûn zêde biçin em ê deriyên sînoran vekin."
Serokomar Tayyîp Erdogan di Kongreya Jin ê Edaletê ya bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinan hat lidarxistin de axivî. Erdogan di axaftina xwe de li hemberî biryara PArlamentoya Ewropayê (PE) ya "rawestandina muzakereyan" nerazîbûn nîşan da.
Erdogan bang li Yekîtiya Ewropayê kir û wiha got: "Kom bûne 30-40 kes ji bo belavokekî dibêjin na, yên mayî jî 300-400 kes jî dibêjin erê. Ma hûn hemû bibêjin jî dê çi bibe. Hûn tu caran li hemberî mirovahiyê baş nêzîk nebûn, rast nezîkî mirovan nebûn. DEma ku zarok Aylan li peravê xistin we negirt. 3 milyon penaberan li vî welatî em xwadî dikin, we sozên xwe bi cih neanî. Lİ min binêre heke zêde biçin em ê deriyên sînoran vekin."