Serokomar kengî bixwaze dê karibe meclîsê fesih bike

ENQERE - Daxwaza guhertina Qanûna Bingehîn, ji ber erka zagonsaziyê di destê yek zilamî de digire tê rexnekirin. Profesorê Qanuna Bingehin Îbrahim Kaboglu diyar kir ku ev guhertin xebera kaosê ye. Wekîlê Hiqûqnas ê meclîsê Muharrem Erkek, diyar kir ku dê bi vê guhertinê meclîs her dem di bin zextan de be. Erkek, anî ziman ku Serokomar kengî bixwaze dikare meclîsê fesih bike.


Îktîdara AK Partiyê bi MHP'ê re hevkarî kir û ji bo guhertina 18 xalan daxwaza xwe di meclîsê re derbas kirin û bi Serokomar Erdogan dan erêkirin. Piştî Erdogan daxwaza pêşnûmeya guhertina 18 xalên zagonê erê kir, daxwaz dê di referanduma 16'ê Nîsanê de bê bijartin. Niqaşên ku ev pêşnûma bê erêkirin dê di qada daraz, zagon û rêveberiyê de rewşek çawa derkeve pêşberî Tirkiye berdewam dike. Di serdema Osamnî de Sened-i İttifak gelek caran erka padîşah kêm kir û erka meclîsê zêde kir. Lê ji bîlî Sened-i İttifak di serdema rêveberiya dewleta Osmanî de meşrutî derbasî monarşiyê kir. Di sala 1876'an de Bİ Kanun-i Esasî re yekem car meclîsa ku erka padaşah kêm dike hat avakirin. Piştî dewleta Osmanî hat asta hilweşînê, li Enqereyê meclîsek nû hat avakirin. Meclisê Qanûna Bingehîn a 1921'an ku hemû beşê civakê di nava xwe de qebûl dike saz kir. Piştre Qanûna Binggehîn di salên 1924, 61, 71, 82 'an de hatin guhertin. Bi van qanûnan rewş û şeklê meclisê hat diyarkirin. Niha di hilbijartina referandumê ya 16'ê Nîsanê de ji nûve rewş û renê meclîsê tê diyarkirin. Bi vê guhertina qanûnê tê xwestin ku erka meclîsê têkeve destê yek zilamî û pergala monarjiyê serdest bibe.

DÊ LI MECLÎSÊ ZAGONSAZÎ DI DESTÊ YEK KESÎ DE BE

Di xala 7'an a Qanûna Bingehîn a hazir de erka çêkirina zagonan li ser navê gelê Tirkiye di destê Meclîsa Tirkiye de ye. Li gorî zagona bingehîn ev erk nayê dewirkirin. Lê bi referandumê dixwazin vê xalê biguherînin û erda çêkirina zagonan têxin destê yek zilamî.

Profesorê Qanûna Bingehîn Îbrahim Kaboglu diyar kir ku ger ev daxwazên guhertina qanûna bingehîn di referandumê de bê erêkirin dê erka çêkirina qanûnan û guhertina qanûna ji destê meclîsê derkeve û di destê yek zilamî de kom bibe. Kaboglu anî ziman ku ger "erê" derkeve dê erka çêkirina qanûnsaziyê di destê yek mirovî de kom bibe û wiha got: "Bi Erêkirinê Serokomar di bin navê 'Biryarnameyê' de dê hemû erkan têxe destê xwe. Bi vê erkê dê erka xala 7'an pûç bike. Ger ku ev pêşnûma bê erêkirin dê êdî di navbera Serokomar û meclîsê de niqaş û pevçûn derkevin. Ger ku ji meclîsê qanûn derkevin jî Serokomar dê bi Biryarnameyê vê zagona ku hatiye çêkirin pûç bike. Bi vî rengî dê vîna gelê Tirkiye di bin kontrola Serokomar de be. Bi vê guhertinê hemû erka meclîsê dê têkeve destê Serokomar. Ev dê bi xwe re di nava meclîsê û serokomariyê de pevçûnê zêde bike."

HEM HÊJMARA WEKÎLAN DIKIN 600 HEM JÎ ERKA MECLÎSÊ KÊM DIKIN

Kaboglu, anî ziman ku AK Partî ji bo zêdekirina erka Serokomar Tayyip Erdogan xala 2'emîn a qanûnê diguherîne û hêjmara parlamenteran ji 550 kesan derdixe 600 kesan û wiha berdewam kir: "Hikûmet diparêze ku dê meclîs bêtir xurt bibe. Weki Senetoya Serokomar li şûna meclisa 2'emîn her dem bi zêdekirina hêjmara wekîlan û hevsengiya demokratikbûn û hevsengiya Qanûna Bingehin nayê famkirin. Li aliyekî hêjmara wekîlan zêde dike, li aliyê din erka meclîsê kêm dike. Ev nakokî ye.

'XEBERA KAOS'Ê YE'

Kaboglu, ani ziman ku dê erka guhertina Qanûna Bingehîn a meclîsê ji destê 600 parlamenteran têxin destê Serokomar û ev yek pir aşkere li dijî qana 7’an a Qanûna Bingehin e. Ji ber vê yekê ger ev guhertin di 16'ê Nîsanê de bê erêkirin dê kaosa di navbera meclîs û Serokomariyê de zêde bibe û xebera kaosê ye. Kaboglu, anî ziman ku ger ev guhertin di 16'ê Nîsanê de bibe zagon êdî qîmeta meclîsê namîne û tu wate û grîngiya meclîsê namîne.


MECLÎS DÊ DI BIN ZEXTAN DE BE


Parlamenterê CHP'ê û hiqûqnas Muharrem Erkek jî bal kişand ser guhertina 18 xalên Qanûna Bingehîn û xala 11'an a "Meclîsa Tirkiye bi hêjmara ji 5 paran 3 par (5/3) erê bike dikare hilbijartinê nû bike" û wiha got: "Ev xal xwedî erke ku meclisê fesih bike. Bi guhertina vê xalê demokratîkbûna li Tirkiye hindik maye jî tune dibe. Di cewheriyên pergala Serokdewletiya Demokratîk de rêveberî nikare organa qanûnsazkirinê fesih bike. Organa Qanûnsaziyê jî nikare rêveberiyê araste bike. Li gorî qanunê ger ku 360 wekîl bibin yek dikare biryara nûkirina hilbijartine bike. Lê niha Serokomar bi yek îmzeyê dikare bêyî hincet nîşan bide pêk bîne. Dikare bi yek îmzeyê meclîsê fesih bike. Dê êdî meclîs her dem di bin zext û tundiyê de be. Weki salên 90'an ya serdema Pinochet ya Şîlî dê pêk bê. Ev di serdema Pinochet de hebû. Ji ber ku ew dîktator bû. Tirkiye ne dewleta şexsekî ye. Ji ber vê yekê meclîs girîng e. Gelo êdî de hikûmeta meclîsê be an dê hikûmeta Qesrê be?"

Deniz Nazlım / Selami Aslan - dihaber