HDP: Penaberên Sûriyeyê nekin mijara bazarê

ENQERE - HDP’ê ji ber penaberên Sûriyeyê di krîza Ewropayê de wekî “mijara bazarê” tê bikaranîn bertek nîşanî hikûmetê da û wiha got: “Daxuyaniyên bi vî rengî dibin sedeama nefreta li dijî penaberan.”

Lijneya Rêvebir a Navenda HDP’ê Komîsyona Penaber û Koçberan a AK Partiyê penaberên Sûriyeyê di krîza Ewropayê de wekî “mijara bazarê” bi kartîne bertek nîşanî hikûmetê da û daxuyaniyek nivîskî weşand. HDP’ê bertek nîşanî gotinên Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu ya piştî kirîzê got “Pêwîst bike eme hevpeymana penaberan betal bikin” da.

HDP’ê da zanîn ku hikûmeta AKP’ê di krîzek biçûk a bi Ewropayê re penaberan dike mijara bazarê gefan pê dixwe û ev tişt diyarkirin: “Daxuyaniyên bi vî rengî di civakê de dibe sedema gotinên nefretê yên li dijî penaberan û hestên wan ên dijminahiyê bihêz dikin. Penaberên Sûriyeyê bûne berzê gunehan. Li kolan, avahiyên ji naylon, kon û parkan dijîn, mafê wan ê ewlehiyê dê binpêkirin rastî êrîş û îstîsmara zayendî tên, di temenê zaroktiyê de fihûş lê tê ferzkirin û rastî şîdeta derûnî û fîzîkî tên.”

HDP’ê di dawiya daxuyaniyê de ev tişt ragihandin: “Ji 400 hezar penaberên Sûriyeyê yê li tirkiyeyê tene 4 hezar bi sîgorte dixebitin, mafê bingehîn û hiqûqa xebatê ya penaberan tê binpêkirin. Em carekdin bang li hikûmetê dikin ku li gorî hevpeymana navnetweyî ku li pişte tevbigere. Em bang dikin ku statuya parastina demkî ya ji bo penaberên Sûriye û welatên din bê rakirin û Statuya Penaberan a ku mafê bingehîn ê mirovane bê naskirin.”