ENQERE - Parlamenterê HDP’ê yê Çewlikê Hişyar Ozsoy, diyar kir ku ger têkiliyên Tirkiye yên bi YE’ê re bêtir ber bi kaosê ve biçin dê ji bo aboriya Tirkiye felaket be. Ozsoy, bilêv kir ku hikûmet dê cezayê vê yekê li gel bibire.
Cîgirê Serokê Giştî yê HDP’ê û Berpirsiyarê Têkiliyên Derve yên Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) Hişyar Ozsoy,têkildarî têkiliyên Tirkiye û YE’ê li meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî. Ozsoy, anî ziman ku polîtîkayên tirkiye yên bi derve re demek dirêje di nava heşhejokê de ye û wiha got: “Ji Bahara Erebena heta niha polîtîkayên bi îstîkrar pêş naxe. Ji wê demê heta niha Tirkiye di polîtîkayên derve de şikandinê mezin jiya ye.”
WISA BIÇE TIRKIYE DÊ BIÇE HILBIJARTINA PÊŞWEXT
Ozsoy, destnîşan kir ku bertekên li dijî YE’ê bê wate û vala ne û wiha axivî: "Bi hêrsbûna 'Ey Rusya, ey Amerika, ey Avrupa' polîtîka rast nabe. Rageşî bêtir dibe. Niha jî dixwaze li dijî YE’ê rageşiyê zêde bike. Niha niqaşên referandumê hene. Dibe ku di baharê de referandum pêk bê. Ger ku serokomar negêje armanca xwe dibe ku hilbijartina pêşwext pêk bê. Tirkiye li şûna vê biryara NY’ê li ber çavan bigire û xwe rast bike dijberî vê yekê gavan davêje.
DÊ JI BO ABORIYÊ FELAKET BE
Ozsoy, da zanîn ku ger têkiliyên Tirkiye di aliyê kaosê de xerab bibe dê ji bo aboriya Tirkiye felaket be. Li ser navê têkoşîna bi darbeyê re OHAL îlan dike. Di bin tavê têkoşîna bi darbeyê re Ahmet Turk ê 75 salî bi îdîaya 'Endamtiya terorê” digire û dişîne girtîgehê.
Ozsoy, piştre bi koma Parlamentorya Ewropa re li salona Koma HDP’ê ya Meclîsê hatin cem hev.