'Ne tîpa serokatiya tirk divê xweseriya demokratîk bê niqaşkirin'

NEQERE - Niqaşên li dijî pergala Serokdewletiyê ku hemû erk û hêzê dixe destê Serokomar û wekî pergala "Rejîma Yek Zilamî" tê zanîn belav dibe. Parazvanê mafên mirovan û hiqûqnasê Ozturk Turkdogan anî ziman ku ji ber pirsgirêka kurd nayê çareserkirin rejimek bi vî rengî pêş dikeve û wiha got: "Tîpa Serokatiya Tirk ku hemû erkan di destê şexsekî de kom dike ne çareserî ye. Çareserî modela 'Xweseriya Demokratîk e' Rejîma yek zilamî dê serdestiyê li ser hemû gelan bike."

Li ser daxwaza Serokomar û bi tifaqa AK Partî û MHP'ê, 18 xalên Qanûna Bingehîn ji bo guhertinê di meclîsê de hatin erêkirin. Piştî hatin erêkirin ji aliyê Serokomar Tayyip Erdogan ve jî hat erêkirin. Piştî Serokomar Erdogan daxwaza guhertina 18 xalên Qanûna Bingehîn erê kir dîroka referanduma hilbijartinê wekî 16'ê Nîsanê hat diyarkirin. Guhertina qanûna bingehîn wekî “Guhertina Rejîmê" tê binavkirin. Ev rejîm erka Serokomar di ser hemû hêzan re dibîne û her tişt dikeve bin fermana Serokomar. Xalên ku "Pergala Serokomar " xurt dike tên avakirin. Daxwaza guhertina xalên 4, 7 û 8'an ên Qanûna Bingehîn pergala Serokomartiyê ji nûve saz dike û hemû erkan dixe destê Serokomar. Bi vê guhertinê re pergala "Yek zilam" ava dike.

Xala 4'an armanc dike ku hilbijartina Meclîsa Tirkiye û Hilbijartina Serokomar ji 5 salan carekê û di heman rojê de pêk bê. Parlamenterên ku dema wan a parlamenteriyê qediya be dikarin ji nûve bên hilbijartin. Di tûra yekem a hilbijartina Serokomar de ger ku hêjmar têr neke, 2 namzetên Serokomariyê yên ku dengê herî zêde stendine dê hefteyek şûnde di tûra duyemîn de bên bijartin. Di tûra duyemîn de namzetê herî zêde deng stendibe dê wekî serokomar bê bijartin. Di xala 7'an de jî, partiyên ku di hilbijartina dawî de ji sedî 5 stendibe dê karibe namzet ji bo serokomariyê nîşan bide. Di xala 8'emîn dijî pergala Serokomariyê ji nûve saz dike. Li gorî vê xalê Serokomar ji partiyê tê hilbijartin. Hem serokomar e hem jî Serokê partiyê ye. Kesê bê hilbijartin dê hem serokomar be û hem jî serokê pariyê be. Dê erka biryarnameyan jî di destê wî de be. Serokomar dê karibe meclîsê fesih bike û mudaxaleyî darazê jî bike û ji nûve dozger û dadgeran bi cih bike.

Têkildarî xalên 4-7 û 8'an ên tê xwestin bên guhertin, Hevserokê Giştîyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û hiqûqnas Ozturk Turkdogan, diyar kir ku di bin navê "Pergala Serokomariyê" de "Guhertina rejîmê" pêk tê û wiha got: "Bingeha vê peralê li ser neçareseriya pirsgirêka kurd tê avakirin. Daxwazên guhertina xalên 4 û 7'an dê vesayetê pêş bixin. Dê bi xala 4'an xala Qanûna Bingehîn a 77'an ji serî ve bê guhertin. Ger ku Serokomar ji serokê partiyeke siyasî bê hilbijartin, dê hem ji bo wî hilbijartin pêk bê û hem jî parlamenterên wî hilbijêrin ji bo wan hilbijartin pêk bê. Ger ku di hilbijartinê de bi ser bikeve dê hemû erk têkevin destê wî. Dê cudahiya hêzan jî ji holê raeb. Dê erka wî ya li ser meclîsê zêde bibe. Dê vesayete li ser meclîsê zêde bibe.
Dê di rojekê de du hilbijartin pêk bên û Serokomar dê di rojekê de bibe serokomar û serokê partiyê."

'DEMA ERKA SEROKOMAR BÊ SÎNOR E'

Turkdogan, anî ziman ku ji bo namzetiya Serokomar şertê 20 parlamenteran heye û wiha got: "Bi guhertina xala 7'an dê partiya ku ji sedî 5 dengan bistîne karibe bibe namzetê serokomar. Her kes dê hêsantir karibe bibe namzetê Serokomar. Ev rê li pêş pêkanînên dijdemokratîk vedike. Di pergala berê de Serokomar herî zêde 2 serdeman dikare bê hilbijartin. Lê bi vê guhertinê dem û dîroka erka Serokomariyê nehatiye diyarkirin û bê sînor hatiye hiştin. Ev bi zanebûn wisa hatiye plankirin û rê li pêş temendirêjkirina Serokomar vedike. Serokomarê niha di 2014'an de hatiye hilbijartin. Bi vê guhertinêre Serokomar dikare heri zêde 10 salan û zêdeyî demek din jî bê hilbijartin. Ev guhertin nîşan dide ku li gorî daxwaza Serokomarê heyî hatiye rastkirin."

SEROKOMAR DÊ JI PARTIYÊ BÊ HILBIJARTIN

Turkdogan, anî ziman ku guhertina xala 8'an kakilê hemû xalan e û wiha got: "Li gorî vê xalê Serokomar dê ji partiyekê bê hilbijartin û partiyek wî hebe. Dê hem serokê dewletê be û hem jî ji partiyekê be. Hem erka rêveberiyê hem jî erka biryarnameyan di destê wî de be. Kengî bixwaze dikare biryarnameyan derxe û her tiştî ligorî xwe saz bike. Dê karibe rêveberiya Dadgeha Qanûna Binghîn û hemû dadgehan ji nûve saz bike. Dê daraz di bin destê wî de be. Ev yek dê zerarê bide rêgeza hêza cudakariyê. Dê Serokomar bi vê erkê karibe partiyê û meclîsê bi rêve bibe û hemû rêveberiya aborî, siyasî û civakî ya 80 milyon mirovên li Tirkiye dê di bin destê Serokomar de kom bibin."

'KESÊ KU MECLÎS HILNEBIJÊRE DÊ LI SER NAVÊ MECLÎSÊ BIBE SERFERMANDAR'

Turkdogan, anî ziman ku xala 8'an erka Serokomar di ser her tiştî re dikigire û wiha berdewam kir: "Serokomar dê karibe polîtîkayên ewlehiya neteweyî diyar bike û li ser navê meclîsê karibe Serfermandarê artêşê diyar bike. Li ser navê artêşê biryar bide. Bi vê guhertinê kesê ku Meclîs ew hilnebijêrtiye dê karibe li ser navê meclîsê serfermandariya artêşê bike. Bi vê guhertinê êdî Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) dê bibe tiştekî şeklî. Hemû polîtikayên ewlehiyê dê di destê şexsekî de bin. Wê demê tu wateya MGK'ê namîne."

'DÊ LI SER KURDAN Û HEMÛ HÊZA MUXALÎF SERDESTIYÊ AVA BIKE'

Turkodogan, li ser milê siyasî jî rawestiya û anî ziman ku armanca vê pergalê ewe ku Serokomar karibe serdestiyê li ser kurdan û hemû hêzên muxalif ava bike ye. Tirkiye ji bo kurd li Sûriye û rojhilata navîn nebin xwedî statu ketn nava şerê germ. Ji bo rê li pêş navê gelê kurd ên bi riya tekoşina demokratîk bi dest xist bigire, dest danî ser şaredariyan. Li ser hêza muxalif zextên herî dijwar ên darazê pêş xistiye. Bi vê yekê vîna hemû hêzên demokrat, muxalif û kurd dersînor kiriye. Ev guhertina qanûna bingehîn dê di serî de gelê kurd û hemû hêz, civak û nijadên din dersînor bike û wan ji mafê wan dûr bixe. Dê karibe bi vê pergalê bêtir li ser kurdan û ên din desthilatdariyê bike."

DÊ QEYRANÊ KÛR BIKE


Turkrogan, anî ziman ku ev guhertina qanûnê dê bêtir nakokî û qrîzan kûr bike û wiha lê zêdekir: "Her çend Qanûna Bingehîn a 82'an dijdemokratik bû jî ev guhertin dê nakokî û krîzê bêtir kûr bike. Ev pergala ku wekî Tîpa Tirk tê bi nav kirin dê pergala xerabe bêtir xera bike. Dê gelek xalên Qanuna Bingehîn ji nûve li gorî pergala xerabe bên sazkirin. Dê gelek xalên qanûna bingehîn hev pûç bikin û li dijî hev bin. Dê krîza qanûna bingehîn bêtir kûr bike.
Ev pergala Tîpa Tirk li dijî demokrasî û mafên mirovan e. Çareserî xweseriyademokratîk e. Êdî bi pergala Netew Dewlet a di serdasa 20'an de maye nabe çareserî. Ev modela behsa wê tê kirin ne model e. Serokatiya Tîpa Tirk e. Hemû hêz di destê kesekî de tên komkirin. Ev hemû hêzê dixe destê navendekê. Li gorî Peymana Neteweyên Yekbûyî û Peymana Navneteweyî hemû mafên tekakesî, civakî û çandî hatiye parastin û mîsogerkirin.

'GELÊ KURD XWEDÎ MAF E STATUYÊ XWE BIPARÊZE'

Turkdogan bal kişand ser biryara Komiteya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û wiha got: "Li gorî Komîteya Mafên Mirovan a NY'ê mafê tayînkirina heq û hiqûqê esas digire. Her kes dikare mafê xwe ye siyasî, çandî û civakî azad pêk bîne. Gele kurd jî wekî neteweyek din dikare mafê xwe yê sitatuyê diyar bike û û azad biparêze. Ji ber ev mafê gelê kurd ji aliyê Tirkiye ve hatiye redkirin pirsgirêka kurd nayê çareserkirin. Gelê kurd ji ber mafê wî tê astenkirin neçarî têkoşîna çekdarî dimîne Modela xweseriya demokratîk ku ji aliyên rêxistinên wekî HDP, BDP, KCD'ê ve tê pêşniyarkirin ji aliyê pîvan û peymanên navneteweyî ve tê erêkirin. Li şûna tirkiye mafê xweseriya demokratîk li ber çavan bigire dijberî vê yekê pergala desthilatdariyê pêş dixe.

Pirsgirêka sereke pirsgirêka kurd e Pirsgirêka kurd bi nasîn û tayînkirina statuya gelê kurd çareser dibe. Divê maf û daxwazên gelê kurd ên sereke bên dayin û naskirin.


Deniz Nazlım / Selami Aslan - dihaber