ENQERE - Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, berî Newroz û referandumê bi cerdevanên ku di pêvajoya çareseriyê de gotibûn "em dê cerdevaniyê rakin" re civîn pêk anîn. Berê diyar kiribûn ku dê cerdevanan bi çekên giran ji pêvajoye re amade bikin. Niha jî diyar dikin ku cerdevanê bêjin “Erê" dê wan li ser sindoqê wekî peywirdarê “ewlehiyê” bi cih bikin.
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, beriya pêvajoya referanduma krîtîk û pîrozbahiya Newrozê li Mala Vîlayetler a Golbaşi bi Sercerdevan û serokê komeleyên cerdevanan ên 26 bajaran re civîn pêk anî. Balkêşe di heman rojê de Cerdevanên eşîra Jîrkî gotibûn dê bêjin 'Erê' Malbatên cerdevanan jî yek bi yek biryarên xwe yên referandumê aşkere kiribûn. Di civînê de hat diyar kirin ku cerdevanên bêjin 'Erê' dê ji bo ewlehiya sindoqan wan li ser sindowan peywirdar bikin. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di civînê de bal kişand ser PKK'ê û got: “Em dixwazin koka rêxistinê hişk bikin". Soylu ji cerdevanan xwest ku endamên rêxistinê biqedînin.
Soylu, parast ku şaredariyan piştgirî dida rêxistinê û ji ber vê yekê qeyûm tayîn kir û wiha got: "EM dê tayînkirina qeyûman berdewam bikin. Bi mehan e em tedikoşin. Di vê têkoşînê de herî zêde hûn di refê pêş de cih digirin. Em dê hemû rêyan aslaft bikin. Em dê 23 bajaran bikin qada cezîbeyan. Em dê li bajarên herêma Başûr û Rojhilatê Anatoliyayê hemû rêyan bikin asfalt. Em dê bi projeya KOYDES'ê her herê pêş bixin. Ev fermana Serokwezîr bi xwe ye.
Em di 24'ê Îlona 20167an de bi 37 sercerdevanên bajaran re hatin cem hev. Me gotibû em dê cerdevaniyê bikin pîşeyekî her dem. Soylu di civînê de got gelê me û Tirkiye dizane hûn çi dikin û pesnê wan da. Lê dane û raporên ÎHD'ê yên der barê binpêkirina mafên mirovan de jî nîşan dide ku cerdevanan bi sedan gund şewitanidine û vala kirine. Daneyên ÎHD'ê wiha ne: Di salên 1990-2002'an de 38 gund şewitandin û 14 gund vala kirin. 12 tacîz û tecawiz kirin. 22 mirov revandin. 294 êrîşen çekdarî pêk anÎin. 176 kes birîndar kirin. 132 kes kuştin. 2 kes winda kirin. 50 kes înfaz kirin. 70 xezp kirin. 454 îşkence kirin. 59 binçav kirin. Bû sebebê 9 întîharan û 17 daristan şewitandin.
Hikûmeta AKP'ê di pêvajoya hilbijartinê de diyar kiribû ku dema cerdewaniyê xelas bûye û dê dawî li pergala cerdevaniyê bînin.