ENQERE - Pisporê Bulçeyê Prof. Dr. Azîz Konukman, têkildarî guhertina xala 15'an a "Pergala Serokomariyê" ku erka Serokomar zêde dike diyar kir ku bi vê pergalê butçe û xezîne dibe paralel û dikeve destê serokomar.
Hikûmeta AK Partî û MHP li ser fermana Serokomar Erdogan 18 xalên Qanûna Bingehîn guhertin û di meclîsê re derbas kirin. Piştî 18 xal di meclîsê re derbas kirin û Serokomar erê kir, dê di 16'ê Nîsanê de referanduma hilbijartina 18 xalan pek bê. Bi van xalan hemû erk û raye dikeve destê Serokomar û vîna gel û meclîsê tev dikeve destê Serokomar. Hem di qada siyasî û darazê de hem jî di qada aborî de hemû erk dikeve destê Serokomar. Xala 15'an jî erka aborî û butçeyê j nûve saz dike. Bi guhertina vê xalê butçe û xanîzeya paralel tê avakirin. Di dirokê Mafê Butçeyê piştî reveberan bac zêde ji gel stend, gel bertekên zêde nîşan dan û îsyan derxistin. Gel piştî îsyanê ev maf bi dest xist. Yekem mafê butçeyê di sala 1215'an de wekî mafê qanûnî hat qebûlkirin. Bi qanûna Magna Carta wekî mafekî fermî hat îlankirin. Beyî destûr û erêkirina Meclîsa Giştî ya bi navê Avam Karmasi dê li Îngîlîstanê êdî bac ji gel nestend. Niha bi pergala Serokomariyê tê xwestin ku ev Mafê Butçeyê dîsa ji destê meclîsê û gel bê derxistin. Aborînaz û Pisporê Butçeyê Prof. Dr. Aziz Konukman, têkildarî mafê butçeyê axivî. Konukman, anî ziman ku bi vê guhertinê pêdiviyên civakê û xizmeta cemaweriyê, hilberina xizmetên cewaweriyê û cureyê hatinê yê fînansmanhatinê ava dike û erka rêveberiya kî çawa û kengî bikar bine tevî ji nûve saz dike.
Konukman, anî ziman ku di van guhertin û sazkirinan de erk û raye divê di destê gel de be û wiha got: "Lê bi hevkariya AK Partiyê MHP'ê ev xal tê guhertin û hemû erkê dixe destê Serokomar. Di guhertina qanuna bingehîn de butçe û hesabê teqez bi heman xalê tê guhertin û venêrtin û rêveberiyê dixe destekî. Hesabê teqez, niqaşa hesabê salek berê ye. Niqaşa encama hesabê salekê ye. Bi guhertina vê qanûnê Butçeya ku Serokomar amade bike ger ku meclîs erê neke û red bike jî dê dîsa bê erêkirin. Hemû erk û raye dikeve destê Serokomar. Hemû butçe û hemû qalemên lêçûnê dikin halê şarmile. Yanî modela ji bo tiştekî kismî derbas dibe. Li gorî vê guhertinê Butçeya ku Serokomar amade bike her çend meclîs red bike jî dê zagona butçeya demî bê avakirin û heta qanûnek nû ya butçeyê bê qebûlkirin dê butçeya salek berê li gorî rêjeya ji nûve nirxandinê bê zêdekirin. Yanî di encamê de tiştek nayê guhertin. Dîsa Buteya ku Serokomar amade kiriye dê esas bê girtin.
'NE DIYERE DÊ KÎ BUTÇEYÊ BIPARÊZE’
Konukman da zanîn ku bi guhertinan re dê hemû rayeyê bidin serokomar û wiha got: “Komên meclîsê bê bandor dikin. Ya ecêp ewe ku dê serfermandarê giştî bütçeye erê bike. Dê kî butçeye bi parêze, vê nabêje. Bihizirin, hûn bütçeye bi yekê didin amadekirin, berpirsyarî didin serokomar, serokomar wê butçeyê pêşkêşî meclîsê dike lê muxatabê parlamenteran ne serokomare. Hiqûq bere çawa bû? hikûmet hebû, rayeyên wê hebûn û muxatabek hebû. Niha bi îhtîmalek mezin bi rêziknameya hundir a meclîsê çêbikin û ger derbas bibin… gelo muxatabên li hemberî meclîsê dê burokratên meclîsê bin? Yanî dê memûrên serokomar butçeyê biparêzin. Wê demê meclîs dê ji kesên ku berpirsyariya siyasî nagirin berpirsyar be dê çawa were nîqaşkirin nizanim.”
'DÊ WEKÎ PADÎŞAHAN LI PIŞT PERDÊ TEMAŞE BIKE’
Konukman, derbarê mijarê de rexne kirin û wiha pêde çû: “Berpirsyar kiye? Serokomarê li Qesrê ye. Serokomar dê çawa butçeyê temaşe bike. Bere padîşahan li pişt perde bi gel re hevdîtin pêk dianî. Gelo dê tiştek şibî vê bibe; Dema butçe li meclîsê tê nîqaşkirin dê di televîzyonê de bêjin ‘Kerem bike butçeya we amadekirî li komîsyonê tê nîqaşkirin’. Dê wekî padîşahan li pişt perdê temaşe bike. Versiyona hemdem eve bawerim.”
'EM JI GEL DIGIRIN DIDIN PADÎŞAH Û QRAL’
Konukman, diyar kir ku guhertinên qanûna bingehîn dê mafê gel ê butçeyê ku bi têkoşîna salan bi dest xistine li Tirkiyeyê winda bikin û wiha domand: “Berê baç ji aliyê padîşah û qral ve dihat komkirin û tiştê dixwast dikir. Lê meclîsê di nava pêvajoya dîrokî de ev raye ji deste qral girt û anî halê ku ji bo gel bê bikaranîn. Peywira dewletê ya li dijî gele heye. berpirsyariyên me jî hene. Du alî ye, em jî mecbûrin xizmentê biafirînin di qanûnê de jî ev heye. Ev guhertin meclîsê bê bandor dihêle. Wê demê em carekdin vî mafî digirin û radestî padîşah û qral dikin. Dê mafê butçeyê ji civakê û meclîsê bigirin û radestî hêza otorite bikin. Divê ji her pereye tê xerckirin gel jê agahdar be û fikrê wan hebe. Ji berk u xizmeta civakî bi baçên ku ez didim tê kirin. Mirov çawa hakimê butçeya li mala xwe ye divê wiha hakimê butçeya civakê be jî. Hemû kes li bendê bû ku di vê mijarê de baş bûnek çêbibe lê berovajî wê dikin.
BUTÇE Û XEZÎNEYA WÎ PARALELE
Konukman, anî ziman ku beriya guhertinên qanûna bingehîn pêkanînên ku meclîsê bê bandor dihêle dihatin kirin, destpêka wê Fona Dewletê bû û wiha axivî: “Fona Dewletê ‘paraleliya butçeyê’ ye. Di cîhanê de ji bo nifşê nû yê tê bê parastin fon hene. Ligel me jî berovajî wê ye. Ji ber em hebûnên xwe ipotek dikin û deyndar dibin. Bi awayekî em xezîneya paralel û butçeya paralel ava dikin û dest datînin ser çavkaniyên civakê. Wê demê destûmend kiye niha serokwezîre. Ger guhertinên qanûna bingehîn derbas bibe dê hemû raye bikeve destê serokomar. Beriya guhertin çêbibe bi fîîlî hatiye jî. Ji ber wê niha nîşan dide ku dê zilamek çawa bibe xwediyê qabîliyeteke mezin. Dê du butçe û du xezîneyên serokomar çêbibin ma tiştek wiha dibe? Hem paralel! Di demek ku bi dewlet û rêxistinên paralel re têkoşîn tê mezşndin de. Butçe û xezîneya wî paralel em bi tiştek wiha balkêş re rû bi rû mane.”
Denîz Nazlim / Selamî Aslan - dîhaber