ENQERE - Wekîlê Serokê Meclîsê yê berê Halis Uluç Gurkan, têkildarî krîza di navbera Tirkiye û welatên Ewropa de diyar kir ku hikumetê ji bo kampanya 'Erê' rûmeta Tirkiye xist bin lingan.
Krîza di navbera Tirkiye û welatên Ewropa ya ji bo eniya 'Erê' dest pê kir berdewam dike. Piştî ku serokwezir û serokomar welatên Ewropa Almanya û Hollanda bi sucdariya “Nazizmê" sucdar kir, kirîza di navbera Tirkiye û welatên Yekîtiya Ewropa de berdewam dike. Akademîzyen û pisporên aboriyê diyar dikin ku ev krîzê dê bandorek neyînî li ser aboriya Tirkiye bike. demek dirêj zerarê bide aboriya Tirkiye. Herî zêde dê bandora xwe li ser tûristên Ewropa bike û êdî turîst nayên Tirkiye. Piştî sala par di navbera Tirkiye û Rûsya de krîza balafira şer derket bi sed hezaran turîst nehatin Tirkiye û krîza trîzmê pêş ket. Îsal tê payin ku ev yek bandora xwe li ser turîstên ewropa bike.
Wekîlê Serokê Meclîsê yê berê Halis Uluç Gurkan, têkildarî krîza di navbera Tirkiye û welatên Ewropa de diyar kir ku hikumetê ji bo kampanya 'Erê' rûmeta Tirkiye xist bin lingan. Gurkan, anî ziman ku derketina wexta vê krîzê ne tesadifî ye û wiha got: "Bi taybetî di 6'ê Adarê de Serokwezîr Bînalî Yildirim di qanalek tv de got 'Dibe ku bernameyên tekildarî referandumê yên 14'ê Aderê de dibe ku taloqî piştî 14'ê Adarê bê kirin. Beriya hilbijartinen Holanda hin hestiyari pêk hatine' balkêş e. Ev nîşan dide ku ev krîz berê hatiye hesapkirin. Ev mijar berê bi rayedarên Hollanda re hatiye axaftin û li hev kirine. Yanî dixwaze vê yekê piştî hilbijartina Holanda binirxîne. Piştre ev ji aliyê Wezîrê Karên Derve zor lê hat kirin. Kirni aloziya ez dê biçim û naçim. Pişti destur nedan ku balafira Wezir Çavuşoglu li Holanda dakeve, Wezireke me ya li Almanya beyî agahiyê bide Holanda, biryarda û çû Holanda. Li vir kriz hat derxistin. Bi vê krîza ku hat derxistin rûmet û îtîbara Tirkiye xistin bin piyan. Ne wezîr divê welatiyekî tirk jî li Holandayê ji bo ziyareta Sefaretxaneya Tirk neyê astengkirin. Ev nîşan dide ku bi zanebûn û zorê krîzê derdixin.
EV BERDEWAMA ÇUWALKIŞANDINA SERÊ LEŞKERÊ TIRK E
Gurkan, anî ziman ku dema li Bakurê Iraqê leşkerên DYA'yê çuwal xistin serê leşkerên tirk niha jî bi heman rengî wezîrên Tirkiye hilnadin hundir û ev herdu bûyer berdewamên hevin.
Li aliyê din hikûmet li hemberî van pekaninên li hemberî welatiyên xwe bê bertek dimîne. Gurkan, da zanin ku berê jî dema heyetek çû Yewmenistan hatibû dersînorkirin li gel serledanên hikûmetê tu gav nehatin avêtin u wiha got: "Berê di navbera Tirkiye û Îsrailê de û dîsa di navbera Tirkiye û Rûsya Tirkiye û sûriye de heman tişt pêk hatibûn. Li ser van krîzan Tirkiye gav paşve avêtibû. Ji bo dengên 'erê' li dervê welat zede bistine bi zanebûn van krîzan zêde dikin. Ev têkiliyên dîplomasiyê ku li ser hesabê referandumê tên pêşxistin nayên qebûlkirin."
Kenan Kirkaya - dîhaber