Ehmed: Em bi DYA re Sûriyeya Federal niqaş dikin

QAMİŞLO - Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmet, têkildari niqaşên xwe û DYA yên li ser Pergala federal axivî û wiha got: "QSD hedef dike ku bibe artêşa nû ya Sûriyê. Ber bi artêşa nû ya Sûriyê ve diçe. Hêzên QSD û MSD, di şerê li Sûriyê pêş ket de talan û wêran nekir. Her dem bi feraseta çareseriya demokratîk têkoşîya."


Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratik (MSD) Îlham Ehmed, geşedanên dawî yên li Sûriyeyê yên milê leşkerî û siyasî nirxand. Ehmet, anî ziman ku MSD di çareseriya qirîzêde rolekî gelek mezin dilîze û wiha got: "Ehmed anî ziman ku ji bo ev şer bi dawî bibe divê rejîma sûriye dawî li vê feraseta xwe bînin û wiha got: "Divê DYA û Rusya rola xwe ya rawestandina şer pêk bîne.

JI BO ÇARESERIYÊ HEVDÎTIN BERDEWAM DIKE

Ehmed, destnîşan kir ku kirîza Suriye hêj berdewam dike û wiha got: "Ji bo ev krîz çareser bibe em di nava hewldanan de ne. Yên beşdarî civînê dibin refê xwe diyar dikin. Ev alî wekî kesên ku li Sûriye çareseriyê dixwazin tên nîşandan. Di şerê Sûriyeyê de cihê DYA û Rûsya pir girîng e. Ji bo şer bi dawî bibe dikarin rêbazek rast bibînin. Yek ji aliyê girîng ê eniya qadê jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ye. QSD bi têkoşîna li dijî DAİŞ’ê heta niha gelek kad azad kirin. Gelek bedelên mezin dan. Divê rejîma Sûriye jî êdî dest ji helwest û feraseta xwe berde. Divê gavên demokratîk bavêje. Divê ji bo daxwazên gel gavên wêrek bavêje. Divê ji bo yekîtiya Sûriyê ev gav bên avêtin. Helwesta berê çareseriyê bi xwe re nîne. Li bajarên ku şer dijwar lê pêş ket êdî wekî berê rejîm nayê qebûlkirin. Bi taybet li Minbic, Bab, Hama û Humusê helwesta gel pir zelal e. Aşkere diyar dikin ku rejîmê naxwazin. Divê rejîm vê rastiyê bibîne."

GELEK HÊZEN BEŞDARÎ CIVÎNA NENEVRE DIBIN GEL TEMSÎL NAKIN

Ehmed, bal kişand ser civînên Cenevre û wiha berdewam kir: "Gelek hêzên ku beşdarî civîna Cenevre bûn gelê li Sûriye temsîl nake. Muzakereyên me yên bi gelê Sûriye re dê bidomin. Gelê Sûriye bi piraniya wî nûnertiya wî di civînê de cih nagire. Dema vîn û nûnertiya gel di van civînan te tune be ev civîn bi ser nakevin. Em neyînî nezî hevdîtina ku DYA û Rusya beşdarî çareseriya kurdan dibin, nabin. Li Bakurê Sûriyeyê wekî gelê kurd gelek neteweyên din jî cihê wan û nûnertiya wan di civînê de tune ye. Ew jî nikarin beşdarî civînê bibin. Wekî ku muzakere di nava rejîma sûriye û sunuyan de pêk tê xuya dibe.

'EM SÛRIYEYA FEDERAL NIQAŞ DIKIN

Ehmed, herî dawî da zanîn ku ew amadene ku hemu qadên di bin dagirkeriya DAİŞ’ê de rizgar bikin û wiha got: "Divê hemû hêzên çekdar ên Sûriye berê xwe bidin DAİŞ’ê. Dixwazin şerê li sûriye bikin wekî şerê terorê. Yê herî zêde li dijî DAÎŞ'ê şer kiriye QSD ye. Em hem li dijî DAÎŞ'ê hem jî li dijî dijî feraseta berê têdikoşin. Em niha bi DYA re niqaşa Federal û pêşeroja Suriye dikin. QSD hedef dike ku bibe artêşa nû ya Sûriyê. Ber bi artêşa nû ya Sûriyê ve diçe. Hêzên QSD û MSD, di şerê li Sûriyê pêş ket de talan û wêran nekir. Her dem bi feraseta çareseriya demokratîk têkoşîya. Em her dem ji bo Sûriyeyek demokratîk tedikoşin.

Nazim Daştan - dîhaber