HDP’ê greva birçîbûnê ya li girtîgehan bir Meclîsê

ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Burcu Çelîk, çalakiyên greva birçîbûnê ya li girtîgehan hatiye destpêkirin xist rojeva Meclîsê.

Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Burcu Çelîk, çalakiyên greva birçîbûnê ya li girtîgehan hatiye destpêkirin xist rojeva Meclîsê. Çelîk, derbarê greva birçîbûnê ya li girtîgehan didome de ji bo Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag bersiv bide pirsname da. Çelîk, di pirsnameyê de diyar kir ku dê dewlet di mijara tendirûstiya girtina de xw eli pişt tu hinceta nekare veşêre û wiha got: “di her şert û mercê de mecbûrin ku mafê tendirûstiyê bidin girtiyan.”

'DÊ WEZARET KÎJAN GAVAN BAVÊJE’

Çelîk, bibîr xist ku ji pêvajoya piştî girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir dewlet berpirsyare û wiha pêde çû: “Beriya pêvajoya ku girtî û hikûmxwer bedena xwe danin ber mirinê gelo rêvberiya girtîgekê krîz bi rast rêvebirye? Derbarê pirsgirêkên tendirûstiyê yên ku dê girtî bijîn de tiştek hatiye kirin? Derbarê pêvajoyê de dê bil ez wezaret kîhan gavab bavêje?” û xwest bersiva van pirsan bê dayîn.

Li gorî agahiyên ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê dayîn, li hemû girtîgehên li tevahiya Tirkiyeyê greva birçîbûnê ya ji aliyê 50 zêdetir girtiyên siyasî û hikûmxweran ve hatiye destpêkirin didome. Greva birçîbûnê li Girtîgeha Şakranê di roja 35’emîn, Edîrne 26’emîn, Sîncan 27’emîn, Menemen 15’emîn, Wan 13'y’emîn de berdewam dike. Li Ermenek û Osmaniyeyê jî greb didome.

Li gorî agahiyên ji girtîgehê tên, rewşa hinek girtî û hikûmxweran ber bi xirapbûnê ve diçe.