Enqerê biryara 'Pêşmerge li Şengalê kombibin' girt

ENQERE - Piştî ziyareta Barzanî ya Enqereyê êrîşên li dijî Şengalê hatibûn destpêkirin, vê carê jî di civîna Lijneya Wezîran de nirxandinên “Bila peşmerge li çiyayê Sîncarê kom bibin” hat kirin.

Daneyên ziyareta Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî ya 26’ê Sibatê ya Enqereyê yek bi yek derdikevin holê. Ziyareta ku beriya referandumê hat pêkanîn û wekî piştgiriya ji bo Serokomar Recep Tayîp Erdogan hat nirxandin, piştî hevdîtinan Barzanî patiyên siyasî yên PDK’ê yên li Tirkiyeyê gotin ew ê di referandumê de piştgirî bidin Erdogan û benin “Erê’. Dîsan piştÎ hevdîtinan Şengala ku pêşmergeyên PDK’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji DAIŞ’ê re hişt, niha bi “pêşmergeyên Roj” êrîşî Şengalê kirin.

Nûçeyek ku îdîayên êrîş li Enqereyê hatiye plankirin bihêz dike ji aliyê rojnameyek a nêzî hikûmetê ve hat weşandin. Rojnameya Tirk diyar kir ku di civîna lijneya Wezîran geşedanên li Şengalê tê jiyîn hatine nirxandin.

BIRYARA ŞENGALÊ JI ENQEREYÊ HAT DAYÎN

Di nûçeyê de hat gotin “Tirkiye li dijî hebûna PKK’ê ya li Sîncar û Mexmûrê, xebatên bi Rêveberiya Herêma Bakurê Iraqê re li ber çavan re derbas kiriye” û nirxandina “Bi gihiştina operasyona Musilê ya li dijî DAIŞ’ê heta astekê re, divê hêzên pêşmerge zêdetir li Sîncarê kom bibin” hat kirin, ev jî nîşan dide ku biryar ji Enqereyê tê girtin.

Her wiha di heman nûçeyê de, agahiyên ku Şengal wekî hincet hatiye nîşandan û leşkerên Tirkiyeyê yên li Beşîkayê ku bûne sedema krîzê dê zêdetir li Herêma Federal a Kurdistanê bicih bibin û ev agahî hatin parvekirin:

“Ji bo pêşî li bicihbûna PKK’ê ya li Sîncarê bê girtin, dê TSK bi rêveberiya Bakurê Iraqê re hevkariyê bike, dê li cihên nêzî Tirkiyeyê yên Sîncarê TSK baregehan ava bike hat rojevê. Hat gotin ku ji bo plana avakirina baregehên TSK’ê bi rêveberiya Bakurê Iraqê re hevdîtin hatiye çêkirin û dê li 10 nokteyan bê avakirin.”

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku yek ji madeyên bingehîn ên civîna Lijneya Wezîran herêma Rojava ye, nerihetiya Tirkiyeyê ya ji bo Minbic û Reqayê hatiye rojevê û biryara “Ji bo Tirkiye dawî li hebûna PYD û YPG’ê ya li Minbicê bîne, daxwaza bêyî PYD’ê bi DYE’yê re operasyonek bê lidarxistin dê ji rêveberiya Trump re bê ragihandin” hat girtin.


Hat gotin ku dê Erdogan hevdîtina xwe ya bi Trump re vê mijarê nîqaş bike û ev agahî hatin ragihandin: “Di Lijneya Wezîran de dê hevdîtina Erdogan û Trump di dema ziyareta Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu ya ji bo DYE’yê de bê diyarkirin û dê gotina dawî ya Tirkiyeyê ya derbarê operasyona Minbicê de div ê hevdîtinê de bê gotin. Hatiye gotin ku Tirkiye ji teza xwe ya Minbicê gav paşde na avêje û ne mimkûne ku tirkiye dest ji şerta xwe ya PYD’ê berde. Di operasyonek ku PYD cih digire de dê Tirkiye cih ne gire. Ger ligel vê DYE bi PYD’ê re tevbigere û îhtîmala dê li bakurê Sûriyeyê koridora kurd derbikeve holê ger tirkiye berdêl bide jî dê destûr nede vê yekê. Biryarbûna di vê mijarê de dê ji DYE’yê re carekdin bê ragihandin.

Di lijneya wezîran bi serokatiya wê Erdogan kir de, di pêşkêşkirinên hatine kirin de ji bo demografî û stetuya qanûna bingehîn a Musilê bê parastin dê bi awayekî stratejik tevgerîn çêbibe. Bi rêveberiya navendî a Iraqê re div ê mijarê de hevgirtinek heye. Lê li wir di navbera tirkmenên Sunî û Şîî ne wekheviya nêrînan heye. ev herdu kom bi hevre tevnagerin. Dê Tirkiye di vê mijarê de bikeve dewrê. Ji bo tirkmenên Sunî û Şîî d nokteyek hevpar de bên gel hev bikeve dewrê.”