'Ji ber me şaredarî ji dest dizan derxistiye êrîş dikin'

SÊRT - Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Besîme Konca anî ziman ku, di bin feraseta girtina Hevşaredarê Sêrtê Tûncer Bakirhan û li şûna wî tayînkirina qeyûmê "tunekirina kurdan" heye û got, ji ber wan şaredarî ji dest dizan derxistiye rastî êrîşê tên."

Li Sêrta ku şaredariya DBP'î bi piştevaniya gelê kurd û ereb hat hilbijartin, piştî qeyûm tayînê wê hat kirin û hevşaredarê wê Tûncer Bakirhan hat girtin, li dijî vê pêkûtiyê bertek didomin. Parlementera HDP'ê ya SÊrtê Besîme Konca jî got, li SÊrtê gel bi vîneke xurt şaredarî bi dest xistine û AKP jî ji bo vê îradeyê ji holê rabike polîtîkayên taybet disepîne. Konca wiha got: Ne tenê li Sêrtê li navçeyan jî tu rêveberên em nehiştin. Dest danîn ser Şaredariay Dihê. 18 rêveberên me bi hinceta 'dibe ku li dijî qeyûm sûîqastê pêk bînin' bi awyaekî derhuqûqî hatin binçavkirin. Gelê Sêrtê di bîra her tiştî de ye û wê bersiva vê derhuqûqiyê bide."

‘KURD XWEDIYÊ KEVNŞOPIYA BERXWEDANEKE SIYASÎ NE'

Konca dest nîşan kir ku, şaredariyên DBP'î nirxên gel esas digirin û lig or wê xizmetê didin û got, wan Şaredariya Sêrtê jî ji dest dizan derxistiye û hewldane van nirxan bidin jiyîn. Konca wiha domand:"Dewlet bi qeyûman nirx û vîna gel desteser kir. Ji bo dûrxistina ji peywirê ya hevşaredarê me Tûncer Bakirhan, wek hincet beşdarbûyîna cenazeyan hatiye nîşandan. Ew bi van polîtîkayan dibêjin 'dev ji mirovahiya xwe jî û wijdanê xwe jî berdin.' Lê em ê jî her tim vê mirovahîbûnê bi bîr bixin. Ev gel xweidyê bîreke ku komkujî jiyane, xwedî bîreke siyasî û kevneşopiya berxwedanê ye. Kurdan bi vê kevneşopiya berxwedanê, bi bedêldayşnê vîna xwe bi raya cîhanê hem jî bi ya Tirkiyeyê da qebûlkirin. Wê qethiyen dev ji vê vînê bernedin."

‘WÊ BERXWEDANEKE BI RÛMET TU TIŞTÎ BI KURDAN NEDE WINDAKIRIN'

Konca dest nîşan kir ku, îktîdar bi tunekirina qadên îradeya kurdan dixwaze mafê hilbijartinê ji destê wan bigire û wiha got: "AKP bi qeyûman şaredariyan vediguherîne qişleyan û dibêje, êdî ez kurdan nahesibînim. Wê berxwedaneke bi rûmet tu tiştî bi kurdan nede windakirin."

‘CIVAK NE KERÎ YE, WÊ ERDOGAN JÎ NEBE ŞIVAN'

Konca vegotina Erdoganî ya "Ez şivan im" wiha nirxand: "Lê belê civak ne kerî ye. Civak avahiyeke bîbir e, heyîneke ku şik û gumanên pêşerojê dike. Ji ber vê wê Erdogan nebe şivan û wê civak jî nebe kerî."