STENBOL - Piştî daxuyaniya Serokomar Tayyîp Erdogan a "Em ê deriyan vekin", Serokwezîr Bînalî Yildirim jî wiha got: "peymana penaberan a bi YE'yê re dê heta hetayê bi vî rengî berdewam neke. Çi biryarê dixwazin bila bigirin."
Piştî ku Serokomar Tayyîp Erdogan dun gotina "Li min binêre heke zêde biçin em ê deriyên sînoran vekin" îro jî Serokwezîr Bînalî Yildirim axivî: Yildirim ê ku li "Fuara Tenduristiyê" ya li Stenbolê hat lidarxistin axivî li hemberî biryara Parlamentoya Ewropayê (AP) a "bila muzakereyên bi Tirkiyeyê re bi demî bên rawestandin" nerazîbûn nîşan da. Yildirim wiha got: "Peymana bi YE'yê de dê heta hetayê bi vî rengî berdewam neke. Biryara PE'yê objektîf nîne. Ji bo me tu qîmeta wî nîne. Çi biryarê dixwazin bila bigirin."
Yildirim ji bo nîqaşên hilbijartinên pêş jî wiha got: "Em ê têkîldarî sîstema serokomariyê guhertinan bikin. Heta 2019'an hilbijartin tuneye."