ENQERE- Hêzên muxalefetê yên beşdarê sempozyuma ku Egîtîm Sen'ê li Enqereyê li dar xist bû riyên têkoşînê ya li hemberî OHAL'ê ku îxtidar dixwaze mayînde bike nîqaş kirin. Parlamenterê CHP'ê Murat Emîr diyar kir ku divê hemû beşên civakê wekî di pêşnûmeya îstismara zayendî de li dijî AK Partiyê bibin yek.
Hêzên muxalefetê yên beşdarê sempozyuma ku Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) li Enqereyê li dar xist bû riyên têkoşînê ya li hemberî OHAL'ê ku îxtidar dixwaze mayînde bike nîqaş kirin. Gelek kes beşdarî sempozyuma li Alba Otelê hat lidarxistin bûn.
Sempozyuma ku Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu jî peyam şand bi axaftina Hevserokê Giştî yê Egîtîm Sen'ê Kamuran Karaca dest pê kir.
'XEBATÊN SENDÎKAYAN WEKÎ SÛC NİKARE BÊ QEBÛLKIRIN'
Karaca anî ziman ku îxtîdarê beriya hewldana darbeya 15'ê tîrmehê helw da ku civakê li gorî îdeolojiya xwe têşe bide piştî darbeyê jî ev bêhtir hat berfirehkirin. Karaca destnîşna kir ku ev pêla êrîşan berê xwe da kedkar, çapemenî û siyasetmedaran, wekî sendîka li Tirkiyeyê aştiyê diparêzin û her endamên wan jî vê yekê dizanin û bi vî rengî dibin endam, di biryarên îxraçkirinê de xebatên sendîkayê ku wekî sûc hatiye qebûlkirin, nikare wekî sûc bê dîtin.
EMÎR Ê CHP'Î: DADGEHA QANÛNA BINGEHÎN DI TÊKELA ÎXTIDARÊ DE YE
Parmaneterê CHP'ê Murat Emîr di axaftina xwe de diyar kir ku Qanûna Bingehîn a 12'ê Îlonê jî têra îxtidarê nekiriye, îtidar ji bo berjewendiyên xwe dixwaze dîktaroriyekî ava bike, wan KHK'yên ku hatine derxistin birine Dadgeha Qanûna Bingehîn lê dadgehê nîşan daye ku di bin têkela tê de ye. Emîr wiha axivî: "Hevserokên Giştî yên HDP'ê bi awayekî nehiqûqî girtî ne. Ev li dijî qanûna îro ye jî. Ji bo AKP'ê jî Tirkiye bi vî rengî nikare bê bi rêvebirin. 370 parlamenterên we heye. Di her saziyê de kontrola we heye. Rewşa aboriyê li holê ye welat ber bi kendalê ve diçe."
Emîr herî dawî diyar kir ku divê hemû beşên civakê wekî di pêşnûmeya îstismara zayendî de li dijî AK Partiyê bibin yek.
YILDIRIM Ê HDP'Î: QESLBÛNA ÇEPGIRAN QAD Jİ AKP'Ê RE HIŞT
Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Ahmet Yildirim jî wiha got: "Li vî welatî rejîm despot bû. Tenê ne ji bo kurdan. Tirk jî nebûn xwedî welatekî demokratîk û azad. Têkoşîna gelan hatiye merhaleya ku nayê taloqkirin. AKP di vî krîzê de derket. Dibe ku di paşerojê de hin mexdûrbûn jiyan kir û di salên destpêkê de wekî ku guhertinê dixwaze xwe nîşan da. Her welat li dijî tehdîdan dibe ku rejîmên navber bikar bîne lê li Tirkiyeyê tiştekî bi vî rengî mirov nikare qalê bike." Yildirim destnîşan kir ku îxtidar di dema norlam de dê bê darizandin ji ber vê yekê jî ya ku vê yekê bide rawestandin eniya muxalefetê ye. Yildirim banga yekîtiyê li muxalefeta civakî kir.
REXNEYA KESK PASÎF MA
Endamê Lijneya Serokên ODP'ê Alper Taş jî diyar kir ku AK Partî bi gotina "em hatin xapandin" xwe ji berpirsyariya siyasî xilas bike û yên ku duh bi cemaetê ve hemû derfetên dewletê bi kar anîn îro hê jî di wî îxtidarê de ye.
Taş KESK jî rexne kir û got ku piştî hewldana darbeyê derfetê têkoşînê hebû lê KESK pasîf maye.
Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan jî di axaftina xwe de anî ziman ku OHAL û KHK nîşaneya berdewamkirina îxtidara burjuvaziyê ye û hêzên kedkar hatine hedefgirtin. Gurkan anî ziman ku di demên pêş de KHK dibe ku bibin qanûn, pêkanînên OHAL'ê hem di qada siyasî de hem jî di qada kedê de didome û pirsa "li welatê ku bi OHAL û KHK'ê ve tê rêvebirin gelo kedkar dikarin peymana tomarê bi awayekî azad bikin" kir.
Piştî axaftina Gurkan panelê bi pirs û bersivan berdewam kir.