STENBOL - Serokomar Tayîp Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yilkirim ku gotibûn "dê OHAL di 2017'an de rabe" ji ber pêkanînê Ewropayê gotin "Dibe ku 3 mehên din OHAL bê dirêjkirin û ji we re çi?."
Serokomar Recep Tayîp Erdogan, di merasîma vekirina Tesîsên Dawerîna Ava Qirêj a Biyolojîka Pêş û Veberhênanên Derdorê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de derbarê rojevê de daxuyanî dan. Erdogan "darvkirin" ku yek ji şertên bûna endamtiya Yeketiya Ewropayê ye anî rojevê û wiha got: "Ez berê xwe nadim devê Hans û George û biryaran nadim. Ger gelê min dibêje darvekirin dê bê parlamentoyê. Ger parlamento dibêje darvekirin dê ji min re bê û ez ê bêjim erê. Min ev diyar kiribû. Niha hinek ji endamên Yekitiya Ewropayê dibêjin çima darvekirn ma ji we re çiye?"
'DIBE OHAL 3 MEHAN DIRÊJ BIBE'
Di mijara rakirina OHAL'ê ya ku Serokomar Tayîp Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim digotin "dê di 2017'an de rabe" li Yeketiya Ewropayê siwarkirin û Erdogan wiha axivî: "Fransayê OHAL 3+3+6 meh dirêj kir. We biryarek wiha derbarê wê de da? Ji ber hilbijartinan Fransa dihizire ku dirêjtir bike. Dibe ku 3 meh din dirêj bike ji we re çi? Biryara vê parlamentoya hikûmetê dide ji we re çi? Ma ev welat ji aliyê YE'ê ve tê birêvebirin, ma hûn hikûmetê birêve dibin. Ji we re çi! Hedê xwe bizanibin hedê xwe."
26.11.2016 - 16:24:24