Serokê CHP'î: Demirtaş di 7'ê Hezîranê de Erdogan têk biribû

AMED - Serokê CHP'ê yê Amedê Mehmet Sayin, anî ziman ku Serokomar Erdogan dubare berê xwe daye hilbijêrên kurd û wiha got: "Dê vê bêdengiya kurdan li ser sindoqan bipeqe." Her wiha Sayin, îdia kir ku dê li Amedê ji sedî 85 "Na" derkeve û got, Demirtaş di 7'ê Hezîranê de bi dirûşmeya "Em ê te nekin serok" Erdogan têk biribû.

Di çarçoveya hilbijartina referandûmê de li herêmê xebatên partiyên siyasî didomin. Serokê CHP'a Amedê Mehmet Sayin ên di eniya "Na"yê de xebatan bi rê ve dibin, têkildarî referandûmê axivî. Sayin, diyar kir ku ji ber AK Partî ew piştevaniya ku dipa ji derdor û alîgirên MHP'ê bê kirin nabîne niha berê xwe daye kurdan û bi vegotineke nû tevdigere. Sayin, dest nîşan kir ku hilbijartina 7'ê Hezîranê provaya pergala 'serokdewletiyê' bû û got, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş bi gotina "Em ê te nekin serok" balê kiaşndiye û bi vê vegotinê, Serokomar Tayyip Erdogan têk biriye.

‘DEMIRTAŞ ERDOGAN TÊK BIRIBÛ'

Sayin, anî ziman ku Serokomar Erdogan vîna netewî ya ku di 7'ê Hezîranê de derketibû holê qebûl nekiriye û di refernadûmê de niha ji bo reşkirina Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu kampanyayê bi rê ve dibe. Sayin, diyar kir ku AK Partî di mîtîngên referandûmê de nikare 18 madeyên guherandina Qanûna Bingehîn ji gel re vebêje û wiha axivî: "Serokomar bi polemîkan dixwaze CHP'ê bikêşa nava vê, lê belê dê partiya me nekeve vê feqê. Li dijî îtifaqa Tayyip Erdogan û Bahçelî, Kemal Kiliçdaroglu bi tenê maye. Heke Hevserokê Giştî yê HDP'ê li derve bûna, dê li qadên hilbijartinê hemû polîtîkayên wan birûxiyanan. Heke Demirtaş negirtîbûna, dê HDP'ê kampanyayeke zaf bibandor bi rê ve bibirana."

‘DÊ LI AMEDÊ JI GEL RE ÇI VEBÊJE?'

Sayin, balê kişand ser mîtînga Serokomar Erdogan û Binali Yildirim a dê di 1'ê Nîsanê de li Amedê bê lidarxistin û wiha axivî: "Dê ji kurdan re bêjin çi. Eger gelê kurd deng dabe AK Partiyê tenê ji bo pêvajoya êdî pevçûn neqewimin û pêvajoya çareseriyê bû. Sedema dayîna dengan ev bû. Niha dipirsim; piştî bûyerên li Sûrê dê ji mirovên ku malên wan bi serê wan de rûxandin, parlementerên wan girtin, qeyûm tayînî şaredariyên wan kirin û hevşaredarên wan girtin, li gund û navçeyan wan 'Qedexeyên derketina derve îlan kirin' dê çi bibêjin. Ma li bendê ne ku gel bibêje 'Erê'? Henekê xwe bi aqilê kurdan dikin."

‘PIŞTÎ DÎTIN MHP LI GOR WAN TEVNAGRE BERÊ XWE DAN HILBIJÊRÊN KURD'

Sayin ê got “Serokomar mirovekî ku ji anketa hez dike ye" wiha domand: "Heftê carekê anket tên çêkirin. Ev demeke dirêj e ku Erdogan encamên anketan diyar nake. Ev nîşaneya ku di rewşeke zehmet de ne. Piştî randimana ku dixwastin ji MHP'ê bi dest nexistin, niha jî bi vegotineke nerm berê xwe didin hilbijêrên kurd. Divê kes nekeve vê feqê."

‘DÊ LI AMEDÊ JI SEDÎ 85 'NA' DERKEVE'

Sayin, dest nîşan kir ku bi sedan sedemên "Na"yê yên kurdan hene û wiha domand: "Heke li Tirkiyeyê sê sedemên kesên dibêjin 'Na' hebin, yên kurdan 30 sedemên wan hene. Ya herî girîng dê bê nûner bimînin. Burhan Kuzu daxuyandibû. Dê di pergala serokatiyê de du partî hebin. Heke 'Erê' derkeve dê partiya ku wan temsîl dike ji holê rabe, HDP bê erk bimîne, dê şansê dawî yê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd jî ji holê rabe." Sayin, dest nîşan kir ku ew girîngiyê didin ewlehiya sindoqan jî û wiha axivî: "Heke hilbijartin bi awayekî şefaf bê çêkirin, ji sedî 10 wergirtina dengan ji bo AK Partiyê mûcîze ye. Hejmarên jis edî 30-40 ku ew dibêjin gelek zêde ye. Beriya hilbijartinê bi zanebûnî dixwazin manîpulasyonê bikin. Evd eng ji kuderê derketin, dengên ku di du hilbijartinên dawî de wergirtine li holê ne, ma van dengan ji sarncê derxistin? Dê bêdengiya krudan di sindoqan de bipeqe. Heke hilbijartin bi awayekî şefaf derbas bibin dê li Amedê herî kêm ji sedî 85 'Na' derkeve."

Sayin, diyar kir ku 15 sal e AK Partî propagandayeke mexdûriyetê dike û wiha got: "Dê ji niha û pê ve tu senaryoyên wan xihê xwe zevt nekin. Em ji pirgirêkeke sifirî, hatin rewşeke sifir a bi der û cîranan re. Li vê cîhana mezin tenê du dostên Serokomar man. Yek jê Kuveyt e, ya din jî Barzanî ye. Tu ferqa welat ji dema Osmanliyê nema. Dibêjin heke 'Erê' dernekeve dê welat perçe bibe. Dê çima perçe bibe? 15 sal e hûn bi rê ve dibin perçe nabe, ma dê ji niha û pê ve perçe bibe."

Sayin, dest nîşan kir ku dê bi "Na"yê re hêvî zêde bibin û wiha axivî: "Dê destpêk û hêviyeke nû biafire. Dê bi 'Na'yê polîtîkayên OHAL û KHK'ç birûxin. Dê mutabaqateke civakiyî çêbibe. Bawer dikim dê pirsgirêka kurd çareser bibe. Çimkî wekî din tu rê namînin. Dê kesek tenê nikaribe bêje min kir û min xera kir."