STENBOL – Parlamenterê HDP’e yê Stenbolê Erdal Ataş diyar kir ku, hikûmet bi soza ku dê "Azadiya beşên din bi pêş bixe” bû îktîdarê û wiha got: “Lê niha bi pêkanînên xwe Qanûna Bingehîn a 1980’yî jî derbas kiriye. Ger ku pirsgirêk bi rêbazên demokratîk çareser nebe dê pergal hilweşe.”
Parlanenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê Erdal Ataş, girtina hevserok û parlamenterên HDP'ê û hevşaredarên DBP’ê û polîtîkayên îktîdarê nirxand. Ataş dest nişan kir ku, îktîdar bi armanca dengê wan qut bike wan digire û dixe bin tecrîdê û wiha got: “Lê ev neçareserî ye. Tenê çareserî demokratîkbûn e. Ger ku bi rêya demokrasiyê pirsgirêkan çareser neke, dê ev pergal hilweşe. 90 sal e heman siyaset û heman feraset serdest e. Lê bi vê ferasetê pirsgirêk çareser nabe. Weki serdema şerê sar, dixwazin niha jî kesên dijberî xwe bêdeng bikin û ceza dikin.
Heyetên sosyalîst û heyeta Avusturyayî li pêş girtîgehê rawestandin. Ji ber nexwestin li Ewropa bê bihîstin û zanîn. Wekî serdema 27’ê Gulanê û12’e Îlonê ev pêvajo jî dê bêencam bi dawî bibe. Ji ber îktîdar di polîtîkayên derve de tengav dibe êrîşî wekîlên xwe dike û êrîşî HDP’ê dike. Ev êrîş têkçûna AKP’ê nîşan dide. Niha polîtîkayên 1980'yî derbas kirine. Lê pergala bê demokrasî, dê hilweşe."