AMED - DBP, tekîldarî biryara “Doza KCK’ê” ya bi hezaran sal li siyasetmedarên kurd hate birîn bi gotina "AKP dosyayên FETO didomîne" nerazîbûn nîşanda û dan zanîn ku ew biryarê nas nakin.
Partiya Heremên Demokratîk (DBP) tekîldarî cezakirina endam û rêveberên xwe yên di çarçevoya ‘Doza KCK’ê’ de ceza li wan hat birîn li Buroya Îrtibatê ya Navenda Giştî ya DBP’ê daxuyanî da çapemeniyê. Alîkarên Hevserokên Giştî ya DBP’ê Mehmet Arslan û Fîkrîye Aytîn û Endamê Lijneya Hiquqê ya DBP’ê Şîvan Cemîl Ozen tevlî daxuyaniyê bûn.
Daxuyanî ji aliye Aytîn û Arslan ve bi kurdî û tirkî hat xwendin. Aytîn bal kişand li ser pêvajoya 2009’an û got ku di 13’ê Nîsanê de ji aliye PKK’ê ve agirbest hat îlankirin, di hilbijartinên heremî de siyaseta kurd serkeftinek bi dest xist û 14’ê Nîsanê di bin navê KCK’ê de operasyonên li hember siyasetmedarên kurd dest pê kir. Aytîn anî ziman ku li hemberî israra siyaseta kurd operasyonên qirkirinên dest pê kir û wiha got: “AKP’ê, dosyayên FETO domandiye. Di vê pêvajoyê de qasî 10 hezar siyasetmedarên kurd hatine girtin. Dema mijar dibe kurd, AKP zordestî li ser dadê dike û hiqûqê bin pê dike û siyasetmedarên kurd tên cezakirin.”
‘LI HEMBER DESTKEFTIYÊN KURD ŞER DESTPÊ KIRIYE’
Aytîn balkişand li ser pêvajoya piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê û wiha pê de çû: “Vîna gel li ber çav ne hat girtin û li hember destkeftiyên siyaseta kurd derbe pêk hat. AKP bi sere xwe li hember destkeftiyên kurdan şer daye dest pê kirin. Dixwaze siyaseta kurd ji holê rake. Bi vê yekê riyên demokratîkbûnê tê girtin. Pêvajoya ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk tê, pêl bi pêl li hember siyasetmedarên kurd operasyon pêk dihatin. Îro bi heman polîtîka li hember siyasetmedarên kurd ceza tê barandin.”
‘DIVE RÊBAZÊN ÇARESERIYÊN DEMOKRATÎK BÊN AFIRANDIN’
Aytîn banga vegerîna siyaseta demokratikbûnê li hikumetê kir û wiha berdewam kir: “Hiquq û qanûn hatine binpêkirin, bi zordestiyan biryar tê dayîn û ceza tên barandin. Pirsgirîka kurd bi cezakirina siyasetmedaran nayê çareserkirin. Ji ber vê yeke dive ji nû ve bi Rêberê Gelê Kurd Ocalan re hevdîtin bên destpê kirin û rê û rêbazên çaresariyên demokratik bên afirandin.”
Piştre Aligirê Hevserokê Giştî Mehmet Arslan ve daxuyanî bi tirkî hat xwendin.