Turmen: Em sura bayê 'Na' di ekranê de nebînin jî li pişt stuyan dibînin

STENBOL - Sazumankarê DÎB'ê Riza Turmen, êrîşên li dijî kampanya “Na" civîna çapemeniyê pêk anî û wiha got: “Gel tevgera 'Na' di ekranan de nebîne jî her dem jî her tem sura vî bayî li pişt stuyê xwe hîs dike."

Sazumankarên Ji bo Demokrasiyê Yekîtî (DİB), têkildarî xebata referandumê ya di şertê OHAL'ê de û êrîşên li ser kampanya "Na" li Otela Taksim Hill civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînêde Parlamenterên HDP'ê yên berê Hasip Kaplan û Levent Tuzel, Sazumankarê DÎB'ê Dozgerê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AİHM) Riza Turmen û endamê "Meclîsa "Na' amade bûn. Li salona civînê stranên “Hayır (Na) hatin strîn. Disa pankarta mezin a “Li kolanan bi kêfxweşî û afirînerî bi werekî "Na" vekirin. Li gelek nokteyên salonê jî dowîzên "Na em hene" hatin daliqandin. Berî civînê sînevîzyona têkildarî kampanya "Na" hatibû amadekirin hat pêşandan.

BAYÊ NA LI PIŞT SUTUYAN E

Di civînê de Sazûmankarê DÎB'ê Riza Turmen diyar kir ku xebatên Referandumê yên milê "Na" di bin zextên mezin de tên meşandin û wiha got: "Li ser eniya me êrîşên fîzîkî hene. Di bin şertên OHAL'ê de xebatên referandumê tên meşandin. Wisa xuya dibe ku eniya ‘Erê' li şûna naverokê vebêjin, êrîşî eniya 'Na' dikin. Li şûna înka bikin êrîş dikin û çareyê di êrîşê de dibînin. Gel dixwaze di nava demokrasiyê de bijî. Tevgera gel bû buhara ava keliyayî. Taybetmeniya gelê me ewe ku bi her awayî dikarin dengê xwe belav bikin. Dibe ku bayê tevgera gel di ekranan de neyê dîtin. Lê li ser pişt û stuyê her kesî ye. Wezîr, polîs û kisîrê wan tune. Lê gel bayê tevgera "Na" li ser sutê xwe hîs dike.

‘GEL QANÛNAN AVA DIKIN'

Turmen, ani ziman ku qanûn ne ji aliyê hikûmet û dewletê ve ji aliyê gelan ve tên sazkirin û wiha got: "Îro di nava vê guhertina qanûna bingehîn de gel tune. Ev qanûn li dijî gel tê avakirin. Di vê referandumê de pêşeroja Tirkiye tê diyarkirin. Tevgera gelan a di referandumê de daketiye qadan divê piştî referandumê jî berdewam bike. Ger ku di referandumê de "Na" derkeve wê demê pêdivî bi avakirina qanûnek nû heye. Divê ji bo qanûnek pir alî û her kesî hembêz bike divê "Na" derkevin.
Divê 'Na' bibe rojhilata Tirkiye.

‘NE QANÛNEK ZELAL E'

Serokê Komeleya Quqûqa Qanûna Bingehîn Prof. Dr. Îbrahim Ozden Kaboglu ku bi KHK'ê hat dûrxistin jî wiha got: “Gelê kurd di kîder vê qanûnê de heye?” Tu kes di nava vê qanûnê de tune ye. Yên dibêjin "Na" wekî terorîst tên îlankirin. Di medya de bi awayekî zelal nayê niqaşkirin. Ger ku bi awayekî zelal bê niqaşkirin û parvekirin dê Na derkeve pêş. Qanûna tê avakirin tije nakokî ye. Xebatên "Na" ji Wanê heta Edîrneyê pir çalak û zindî ne. Her çend zext hebin jî zindî ye. Em bawer dikin ku piştî 16'ê Nîsanê rê li pêş projeya çareserî û aştiyê bê vekirin."

Lîstikvan Tilbe Saran jî ani ziman ku niha 154 rojnameger girtî ne û di serdema OHAL'ê de 190 saziyên medya hatin girtin û herî kêm 2 hezar û 500 rojnameger betal man. Saran anî ziman ku di navbera 1-20 'ê Adarê de medya di weşana zindî de ji bo Serokomar 169 saet, AKP’ê 301,5 saet, MHP’ê 15,5 saet, CHP’ê 45,5 saet dem veqetand û ji bo HDP’ê ji qet cih veneqetand. Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir de meha Sibat û Adarê de 12 hezar û 321 welatî hatin binçavkirin û jê 606 kes hatin girtin.

'DESTÊ XWE DANEYNIN LI SER CÎZDANA XWE DAYNIN LI SER WIJDANA XWE'

Seroka Konseya Çapemeniyê Pinar TUrenç jî bal kişand li ser binpêkirinên mafan ên li ser çapemeniyê û nirxandina "tabloyeke pir bi êş heye" kir. Turunç da zanîn ku hê îdianameyên rojnamegerên girtî nehatine amadekirin û wiha axivî: "Em komek bimînin jî em ê dengê xwe bilind bikin û têbikoşin. Em ê ne OHAL'ê, pêşerojeke ku newekhevî tuneye û rojnameger û rewşenbîr tên berdan ava bikin."

Serokê Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC) Turgay Olcayto jî wiha axivî: "Di welatekî wekî Tirkiyeyê ku azadiya fikr û îfadekirinê tuneye, azadiya çapemeniyê tuneye, li hemberî maf û azadiyên bingehîn rêz tuneye, edalet pêk nayê de dê encameke çawa derkeve em ê bijîn û bibînin." Olcayto got ku gel carna encamên ku li bendê nînin derdixin û wiha axivî: "Destê daneynin li ser cîzdanên xwe daynin wijdanên xwe. Bawer im gel dê destê xwe dayne li ser wijdanên xwe. Ez difikirim ku dê di 16'ê Nîsanê de rewşeke ku weke civak em ê bikenin bijîn."

'EM Ê BIBÊJIN NA HEVALÊN XWE DERXÎNIN'

Serokê Basin-Îş'ê ya DÎSK'ê Faruk Eren jî wiha axivî: "Televîzyon, radyo, ajans, rojnameyên me girtin, malperên me yên înternetên asteng dikin lê em bi vî halê xwe jî bi hêvî ne. Em ê bibêjin 'Na'. Em ê 'Na' derxînin. Em ê hevalên xwe yên li hundir derxînin."



Serokê Baroya Stenbolê yê Berê Turgut Kazan jî nêrînên xwe wiha anî ziman: "Îro ewlehiya tu kesan nîne. Mînaka 150 rojnamegeran ji ber vê diqewime. Lê Qesr ji bo vê dibêje têrê nake. Ger ku sibehê 'Erê' derkeve dê ewlehiya tapoya mala mirovan, ya esnaf, karker, memûr ya tu kesan namîne. Dê azadiya wan nemîne. Em dema ku dibêjin 'Na' em ê riya jiyana bêtir vekin."

Aborînas Mustafa Sonmez jî diyar kir ku eniya "Na" hêviya bihevre jiyanê ava dike şer bû wesîleya xêrekî bi vî rengî.