Piştî 246 rojan Şirnex!

ŞIRNAK- Qedexeya derketina kolanan a li Bajarê Şirnexê piştî 246 rojan bi dawî bû. Welatiyên ku 8 mehin ji mal û bajarê xwe dûr ketine û di çadiran de dijîn çawa ku qedexe rabû berê xwe dan Şirnexê. Welatiyên ku bi kelecanek mezin geriyan bajarê xwe rastî rûxandin û wêrankirinek mezin hatin. Welatiyên ku xaniyên xwe nedîtin ji wêne û alavên taybet hewl didin ku cihê xaniyê xwe bibînin.

Qedexeya Derketina Kolanan a bajarê Şirnexê ku di 14'ê Adarê de ji aliyê Walîtiyê ve hatibû îlankirin piştî 246 roj şûnde bi dawî bû. Welatiyên bi qedexe û êrîşên tang û topan re mal û taxên xwxe vala kirin 8 mehin ji mal û taxên xwe dûr dijîn. Welatiyên ku 246 rojin warê xwe terk kirine heta niha li der û dorên Şirnexê di konan û gundên der dorê bi cih bûbûn. Welatiyên ku piştî 246 rojan vegeriyan Şirnexê rastî war û taxên xerabe û rûxandî hatin. Welatiyên vegeriyan taxên xwe hewl didin bi nîşaneyên taybet, wêne û alavên taybet cihê malên xwe nas bikin. Welatiyên ku bi mehan in li benda vegerê ne ji serê sibê de karwanên mezin çêkirin û berê xwe dan Şirnexê. Welatî di ketina bajar de rastî nokteyên kontrolê ku li pişt bloken betonê ava kirine hatin. Welatî piştî demek dirêj di kontrola polîsan de tên rawestandin hêj nû dikarin derbasî bajar bibin. Nokteyên kontrolê ku yek bi yek li nasname, GBT û ser welatiyan digerin piştre derbasî nava bajar dikin. Nokteyên kontrolê dîmenên ser sînor li ber çavan zindî dike. Welatiyên ku vegeriyan Şirnexê dîtin ku taxên Gazipaşa, Yeşilyurt, Îsmetpaşa, Dîcle, Cumhuriyet, Bahçelievler bi tevahî xera bûye û hatiye wêrankirin.

DI NAVA MOLOZAN DE LI WARÊN XWE DIGERİN

Li bajarê ku bi Kepçe dozeran xerakirin didome, welatî ji bo şûna warê xwe û malê xwe bibînin bi nîşane, wêne, alavên taybet hewl didin ku cihê malên xwe nas bikin. Welatiyên ku şûna warê xwe tespît nakin jî di nava molozên şûna waran de hewl didin ku bi nîşaneyek taybet cihê mala xwe nas bikin.

Li nava bajar polîs û leşker bi maşîneyên zirxî li kolanan digerin û tedbîr derxistine asta herî jor. Li gelek nokteyan lêgerîn tê kirin. Welatiyên ku digêjin cih û warên xwe xemgîn dibin û êşa hilweşîna warê xwe dijîn. Xemgîniya welatiyan xwe ji ruyê wan nîşan dide. Li taxên ku dar jî hatine rakirin tenê moloz mane.

'TAXA KU EM LÊ JI DAYIK BÛN LI KU YE'

Welatiyên ku waren wan tev hatiye şerakirin di nava molozan de şopa dîrok û bîranînên xwe digerin. Welatîyên vegeriyan warên xwe gotin: “Em li vê axê ji dayik bûn û mezin bûn. Lê em şopa mala xwe jî li vir nabînin." Li şûna waran di nava xirbeyan de hin perçeyên pûşî, cil û bergên herêmî bala mirovan dikişîne ser xwe. Li ser dîwarên hin malên ku nehatine xerakirin jî nivîsên “YK” (Dê bê xerakirin) nivîsandine. Li kolanên ku hêj xerakirin lê didomin jî bi hinceta "Ewlehiyê" destûr nadin ku welatî biçim nalên xwe.

TENÊ MIZGEFT LI SER PIYAN MANE

Li taxên ku piraniya wan xera bûne tenê mizgeft li ser piyan mane. Li Taxa Cumhuriyetê ku piraniya wê xera bûye Mizgefta Haci Omer Ugur li ser piyan maye. Di nava taxên ku hin mal li ser piyan mane jî hemû alav û amûrên hundirê malê hatine derxistin. Wekî navçeyên Cizîr, Hezex, Nisêbîn û Geverê li ser dîwaran nivîsên nijadî û zayendî hatine nivîsandin. Wekî gelek avahiyan avahiya Şaredariyê jî zerarek mezin dîtiye. Piştî qeyûm tayînî Şaredariyê hat kirin ala mezin a tirk bi avahiya Şaredariyê dakirine.

GOR HATINE RÛXANDIN

Li navçeyê ji bilî taxan gor û goristan jî hatine rûxandin. Di nava gorên ku hatine rûxandin de gora Haci Loklan Bîrlîk ê di 2'ê Cotmeha 2015'an de li taxa Dicleyê hat qetilkirin û li pişt panzêrê hat kaşkirin jî hatiye rûxandin.

Dîsa di nava molozan de bê hêjmar muhîmatên leşkerî yên di teqemeniyê de hatine bikar anîn ji çavan narevin.