Mîr Mehmet Firat: Dengê 'Na' dê dawiya AKP'ê bîne

ENQERE - Sazumankarê AKP'ê û parlamenterê HDP'ê yê Mêrsînê Dengir Mir Mehmet Firat, têkildarî referandumê sekna kurdan diyar kir ku kurd di vê referandûmê de rolek diyarker dilîzin û rêjeya "Na" derkeve zêdetir e. Firat, anî ziman ku Na derkeve dê hilweşîna AKP'ê dest pê bike.

Ji referenduma qanûna bingehîn re 15 roj man. Têkildarî encama referandumê û bandora helwesta kurdan a li ser referandum sazumankarê AKP'ê û Parlamenterê HDP'ê yê Mêrsîne Dengir Mir Mehmet Firat pirsên dîhaberê bersivandin. Firat diyar kir ku ev guhertin ne "Pergala serokdewletiyê" ye pergala "diktatoriyê" ye. Firat, anî ziman ku di vê hilbijartinê de dengê kurdan diyar ker e û ew bawer dike ku dê ji sindoqan "Na" derkeve û ev yek dê bi xwe re hilweşîna AKP'e bîne.

*Ji referandumê re 2 hefte ma. Lê hêj niqaqên naveroka pêşnûmeyê didomin. Hûn wekî sazumankarê AKP'ê vê guhertinê çawa şirove dikin?

'NE SEROKDEWLETÎ, DîKTATORÎ YE'

Tişta şaş ji vê guheritnê re dibêjin pergala serokdewletiyê. Ev ne pergala serokdewletiyê ye. Ev dîktatorî bi xwe ye. Li gorî qanûna bingehîn pergala Serokdewletiyê li ser cudahiya hêzan ava dibe. Divê hêz teqez ji hev cuda bin. Lê di vê pergalê de 3 hêz dikevin kontrola destekî. Ji vê yekê re dîktatorî tê gotin. Navekî din jî rejîma otoriter e. Ev şiklê serokdewletiya rejîma Baasê ye. Rejîma Iraqa berê û Sûriye mînaka vê yekê ye. Hemû hêza rêveberî û darazê di destê yek kesî de ye. Dixwazin vê pergalê li Tirkiye jî têxin meriyetê. Ev ne rêveberiyek demokratîk e. Reveberiya yek zilamî ye.

'ENCAMA JAHRBÛNA HÊZAN E'

* Dema AKP nû hat îktîdarê guhertinek wisa di rojevê de tune bû. Bi taybetî di salên dawî de ev guhertin ket rojevê?

Bi taybetî piştî sala 2014'an ev kirin rojev. Li bernameya niha binerin û beyannameya hilbijartinê binerin. Di bernameyê de ne pergala serokdewletiyê ye. Di rastiyê de behsa guhertina pergala parlamenteriyê û guhertina qanûna bingehîn dike. Niha pergala heyî ne pergala parlamenteriyê ye. Di pergala parlamenteriyê de erk û peyvira Serokomar a remzî heye. Serokomar yekîtî û tevahiya dewletê îfade dike. Ji ber hêj jahrînî bûne û hêz qirêj bûne ev mijar hat rojevê. Di siyasetê de partiyên siyasî ger ku demek dirêj di îktîdarê de bimîne hêzên cuda jahrîni dibe. Yanî dibêje çi hewcehî bi Serokwezîr heye. Dibêje eez hemim bes e. Ev jî tê wateya 'Ji xeynî min yên tin hemû ne tiştek in'.

DÊ NA DERKEVE

* Dê ji sindoqê encamek çawa derkeve?

Niha ji ber di siyasetê de enî çêbûye di civakê de jî enî çêbûye. Niha ferqek pir mezin tune. Lê ez bawer dikim ku dê 'Na' dereve. Ez vê yekê jî di rewşa Serokwezîr de dibînim. Serokwezîr hemû derfet û hêza dewletê ji bo hilbijartinê bikar tîne. Hemû hêza dewletê xistiye xizmeta xwe. Lê ez bawer dikim ku dê AKP dengê kurdan winda bike û hilbijartinê jî winda bike.

AKP BI DENGÊ KURDAN HAT DÊ BI DENGÊ KURDAN JÎ BIÇE

*Çima dengê kurdan?

Her dem dengê kurdan diyarker e. Di sala 2002'an de AKP bi dengê kurdan hat îktîdarê. Di sala 2009'an de AKP yekem car deng winda kir. Di vê hilbijartinê de kurd ji îktîdara AKP'ê dûr ketin. Di hilbijartina 7'ê Heziranê de dengê kurdan destûr neda ku AKP bi serê xwe bibe îktîdar. Yekem car AKP bi serê xwe nebû îktîdar. Ji ber ku HDP'ê ji sedî 13 deng girt. Ji ber vê yekê dengê kurdan her dem diyar ker e. AKP bi denge kurdan hat û dê bi dengê kurdan biçe.

* Çima AKP'ê hêza xwe ya ew kir îktîdar winda kir?

Sedema herî mezin a windakirina vê hêzê bi dawîkirina pêvajoya aştiyê bû. Sedema duyemîn wezîr û parlamenterên AKP'ê kurd kêm dîtin û neheqî li kurdan kirin. Wezîrekî kurd wekî 'mişkê logeran' bi nav kir. Kurd van gotinan ji bîr nake. Ev ne pêkan e. Dengê kurdan ne tenê dengê herêmê ye. Li Stenbol û Îzmirê rêjeyek zêde dengê kurdan heye.

'BINGEHA MHP'Ê DÊ BÊJE NA'

* DIibe ku MHP vê valahiyê tije bike?

Na. Ji ber ku bingeha MHP'ê jî dibêje Na. Ji sedî 60'ê MHP'ê dê di referandumê de bêje Na. Niha bûye pêveka AKP'ê. Bingeha MHP'ê dibêjin Na.

'ERÊ BE JÎ NA BE JÎ HILBIJARTINA PÊŞWEXT HEYE'

* Piştî hilbijartinê pêşerojek çawa li benda me ye?

Piştî di sindoqê de 'Erê' jî derkeve 'Na' jî derkeve dê hilbiartina pêşwext pêk bê. Berî 2019'an dê hilbijartin pêk bê. Li gorî min HDP dê bi hêsanî bendê derbas bike.

‘TIRKIYE DI NAVA KAOSÊ DE YE’

* Ger ‘Na’ derbikeve dê di pirsgirêka kurd de pêşketinek çawa derxîne holê. Nîqaşên dê pevçûn dijwartir bibin tên kirin.

Dibe şopên ku dê şerek derbikeve hene. Îhtîmala bi mehên biharê re pevçûnên dijwar pêk bên heye. îdîayek ku dibeje ‘Na’ jî derbikeve ‘Erê’ jî derbikeve gelo dê Tirkiyey ber bi kaosê ve biçe? heye. Em tene dikarin bi êş li vê bikenin. Ji berk u Tirkiye ber bi kaosê ve naçe ji xwe Tirkiye di nîveka kaosê de ye. Polîtîkayên derve îflas kirin, Sûriye li holê ye, berê digotin dê Minbicê bigirin nizanim wê kuderê bigirin lê çibû Tevgere Mertalên Firatê bi dawî bû. Ev îflaseke. Îflasa polîtîkayên derve ye. Li welatên Ewropa û Rojhilata Navîn dinêrin heman tiştin. Li têkiliyên bi DYE û Rûsyayê re dinêrî hemanin. Tirkiye li derve û hindir di nava kaosê de ye.

‘EMEÎNE ERDOGAN DIKARE BIBER SERŞÊWIRMENDÊ SEROKOMAR’

* Ev sanaryoyên ‘Na’yê ne lê ger ‘Erê’ derbikeve?

Ger ‘Erê’ derbikeve dê bingeha rewşa heyî bikin qanûnî. Lê hiqûqî nîne. Divê binê wê bê xêzkirin; çêkirina bingeha qanûnî nayê wateya ku ev hiqûqî ye. Ji ber wê guhertinek bi vî rengî li dijî hiqûqê ye. Lê wekî min got pergala ku remzkirina wê tê kirin di rastiyê de qanûnî tîne. Ez bawer nakim guhertin çêbibe. Lê dibe em bi tiştên nû re rû bi rû bibin. Mînak dibe ku zavayê (Berat Albayrak) serokomar bbe serşêwirmendê wî. Niha wezîre. Dibe ku hêjî pêşdetir biçe. Wekî li Azarbeycanê bûyî dikare Emîne Erdogan jî bibe. Ger Tirkiye naxwaze bi vana re rû bi rû bibe, ji kîjan fikra siyasî be bila bibe mirovê aqilê wî di serê wî de ye divê dengê ‘Na’ bikar bîne.

‘DI NAVA AKP’Ê DE GELEK KESÊN KU NA’YÊ DIXWAZIN HENE’

* Gelo di nava AK Partiyê de kesên ku dixwazin bêjin ‘Na’ dê derbikevin?

Keskê bi dengê bilind bêje tune ye lê yên di dile xwe de dibêjin hene. Hinek parlamenterên AKP’ê yên li Meclîsê dibe ku ji ber şerma xwe û sonda ku xwariye deng bide lê dê ji malbat û zarokên xwe re bêjin deng nedin AKP’ê. Ger bi girtî be dibe lê bi vekirî kesek nabêje.

‘BI NA RE DÊ AKP PAŞDE BIÇE’

* Gelo ger Na derbikeve dê di nava AKP’ê de bibe sedema dîzaynek nû? Li aliyekê dê rê li ber derzîbûna AK Partiyê vebike?

Di nava AKP’ê de derzîbûnek tune ye. Di rastiye de partiya AKP’ê partiyek siyasî tune ye. AKP Receb Tayîp Erdogan e. Di wî de jî ne mimkune ku derzîbûnek çêbibe. Serokê giştî yê partiyê ye. Li Meclîsê hakîmiyet bi girêdanê heye. Belê ‘Na’ dê bibe sedema ketina AKP’ê. Ger Na derbikeve dê AKP ber bi paşdeçûnê biçe. wê demê dibe ku partiyên siyasî û pêkhateyên nû derbikevin holê.

* 13 parlamenter û hevserokên wek gîrtîne, ligel vê em diçin referandumê ev jî dibe sedema mijara “rewabûnê” hûn çi difikirin?

Tu tiştekî ku dê dengê ‘Na’ rû bi rû bikar bînî tune ye. Kesên ku dê dengê ‘Erê’ jî bikar bînin hebin. Lê ev qedexekirin, girtin, helwestên dijhiqûqî bawetr bikin eniya ‘Na’ bihêztir dikin. Taybet di mijara kurd de.

‘PARLAMENTER BI FERMANÊN KEYFÎ GIRTÎNE’

* Dê rewşa wan çawa be di demek kurt de dê berdin an î pêşketinek nû çêbibe?

Girtin terîmek hiqûqî ye li gorî min. Lê girtina wan xistina girtîgehê li gorî min dîlgirtine. Ew ne li gorî hiqûqê hatine girtin. Ew bi fermana keyfî hatine girtin. Ji ber wê li benda guhertina rewşa wan sekinin li gorî min ne raste. Bi taybet heta referandumê tiştek nayê guhertin.

* Hemû alî bi hincetên cuda biryara xwe ya ‘Na’ dibêje. Hûn wekî endamek AK Partiyê yê kevin û niha jî wekî yê HDP’ê hinceta we ya ‘Na’ çiye?

18 hincetên min ên ku ev bêjin ‘Na’ hene. (Di guhertinên qanûna bingehîn de çend made hene? Pirsi dike û dikene)

Hayrî Demîr / Salman Gozelyuz - dihaber