ENQERE - Parlamenterê HDP'ê yê Qersê Ayhan Bîlgen, têkildarî girtina xwe daxwazname ji serokatiya Meclîsê re şand. Bîlgen, têkildarî xala ku li îdîanameyê zêde kirine û di fezlekeyên ji meclîsê re hatine şanidin de tune ye ji Serokatiya Meclisê xwest ku mutalaaya hiqûqî amade bike û pêşkêşî Wezareta Dadê bike.
Parlamenterê HDP'ê yê Qersê Ayhan Bîlgen ku li Girtîgeha Sîlîvrî girtî ye têkildarî girtina xwe û xala ku li îdîanameyêde hatiye zêdekirin û di nava fezlekeyên ji meclîsê re hatine şandin tune daxwazname da Serokatiya Meclîsê. Bîlgen xwest têkildari xala li îdîanameyê hatiye zêdekirin û di fezlekeyên ji meclîsê re hatine şandin de tune ye mutalaaya hiqûqî bê amadekirin.