AMED - Parlamenterê CHP'ê Fikrî Saglar, diyar kir ku krîza ku îktîdarê ava kiriye nikare bi rêve bibe û wiha got: "Îktidarê wisa hevsengiya xwe winda kiriye êdî kesên ku dibêjin "Na" polîsan dişînin ser wan. Wisa xuya dibe ku êdî AKP nikare tu kesî bixapîne.
Parlamenterê CHP'ê yê Mêrsînê Fikri Saglar, têkildarî ziyareta Erdogan a di 1'ê Nisanê de hat Amed û mîting pêk anî wiha got: "17'ê Nîsanê dê bibe destpêka roja pergala parlamenterî, muxalefet, Saziyên civakî, sendika û demokrasiya rastîn. Dê KHK û OHAL’ bi dawî bibe. Ez li 34 bajarên herêmê geriyam. Ez çûm ku rastî arteşa polîsan hatim. Li gel zext û tundiya ew qas zêde, dîsa li her derê gel dibêje"Na" Gel di ferqa her tiştî de ye. Tirs û tundî êdî pere nake. Îktîdar dixwaze bi hêza tirs û zextan li ser piyan bimîne. Esnaf, karker, karmend û hemû beşê civakê ditirsîne. Dixwaze bi tirsê her tiştî têxe xizmeta xwe. Lê êdî kes nayê xapandin û tirsandin."
GEL DÊ DI 16'Ê NÎSANÊ DE BÊJE RAWESTE
Saglar, anî ziman ku hemû derfetên dewletê pêşkêşî "Erê" hatiye kirin û wiha got: “Bi bahaneya 15'ê tîrmehê her tiştî ji bo xwe rewa dike. Hemû kesan bi mohra FETO dûr dixe û îxrac dike. Dixwaze rejîma yek zilamî ava bike. Xwest muxalifan bêdeng bike, lê bi ser neket. Li dijî hunermed, rewşenber, akademîsyenan şer da destpêkirin. Ew binçavkirin, girtin û îxrec kirin. Yên gotina "Na" polîs şandin ser serê wan. Lê gel dê di 16'ê Nîsanê de bêjin "Na"
Saglar bal kişand teqînên bombeyên beriya 7'ê Hezîranê û encama 7'ê Hezîranê û wiha dawî li gotina xwe anî: "Li gel hemû astengiyên li pêş hêza muxalif, dîsa di 7'ê Hezîranê de bi ser ket. Niha ji li gorî encamên anketan “Na" di pêş de ye. Em niha bêdeng diçin referanduma 16'ê Nîsanê. Niha dîsa heman lîstikên tirsê pêş dixin. Gel ditirsînin, cihê sindoqan diguherînin. Lê li gel her tiştî dengê "Na" her ku diçe bilind dibe û belav dibe. Her ku "Na" bilind dibe ew bêtir ditirsin. Bêtir har û dîn dibin. Bêtir bi der û dorê xwe dikevin. Erdogan bi eniya nijadperest a li dijî kurdan wekî dijmin tevdigere û serokê MHP'e Devlet Bahçelî re îtîfak ava kir. Lê vê yekê MHP kir du perçe. Niha dixwaze bi sozên balon gel bixapîne. êdî gel nayê xapandin û natirse. Gel bi her awayî hişyar bûye."