WAN - Berpirsiyarê rêxistinê û Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Nadîr Yildirim, têkildarî rewşa kurdan û polîtîkayên AKP’ê diyar kir ku gelê kurd hatiye asta ku pêşeroja xwe bi xwe diyar bike û AKP jî hatiye asta hilweşînê. Yildidrim anî ziman ku hikûmetê li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan guhdar nekir û ji ber vê yekê ketiye krîzê. Yildirim, da zanîn ku gelê kurd ji ber demê bêtir bi hêz e û dê teqez bi ser bikeve.
Berpirsiyarê rêxistinê û Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Nadîr Yildirim, têkildarî rewşa kurdan û polîtîkayên AKP’ê nirxandinên girîng kirin. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Yildirim diyar kir ku êdî AK Partiyê rewatiya xwe li bajarên kurdan winda kiriye û wiha got: “Pêvajoya ku kurd hatine dê pêşeroja xwe ya sedsalan diyar bike. Beyî em serî bitewînin em dê li dijî faşîzmê xeta têkoşînê bilind bikin û xwe bi rêxistin bikin. Silogana demê “Em tê deqez bi ser bikevin” e.
Yildirim, anî ziman ku AK Partî ketiye pêvajo ku bi lez û bez serbijêr diçe û wiha got: “Ger ku bê bîra we di sala 2001'an de Tirkiye ket nava qeyranek gelek mezin. Hikûmeta Ecevit têk çû. AKP wekî serdema nû ya modela emperyalist bi teşe bû. Di sala 2002'an de bi ruyekî nû bû îktîdar. Li şûna ku ji nava qirîzê derkeve bêtir ket nava qirîzê.Ji ber vê yekê têkiliyên Tirkiye û Rojavayên welatên cîhanêxera kir”
DIJMINANTIYA KURDAN KIR
Yildirim, destnîşan kir ku geşedanên kurdan ên li Rojava û lêgerîna azadiyê hesabê hêzên emperyalist serobin kir û wiha berdewam kir: “Pirsgirêka li Tirkiye jî hinek ji bervê pêk tê. Li Tirkiye roj bi roj qirîz mezintir dibe. Nihal i dijî kurdan dijminantî pêş dikeve. Niha dijminantiya li dijî kurdan gelek zêde bûye.”
Yildirim destnîşan kir Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berê jî gelek hişyarî kirin û wiha got: “Lê hişyariyên Birêz Ocalan li ber çavan nehat girtin. Birêz Ocalan di destpêka 2000'an de diyar kir ku ev pêvajo ber bi 3’emîn Şerê Cîhanê ve diçe. Hişyar kir ku ev yek dê şikandinên mezin bi xwe re bîne. B taybetî di sala 2013’an de Tirkiye hişyar kir. Di nêzîkatiya çaresariya pirsgirêka kurd de Ji bo Rojhilata Navîn pêvajoya mudaxaleyê da destpêkirin. Ji bo şikandin şer û hilweşîn pêş nekevin hamleya çareseriya demokratîk da destpêkirin. Xwest Komara Tirkiye di aliyê hişmendî pergal û siyasetê de guhertinan pêk bîne. Hişyar kir ku ev guhertin pêk neyê dê encama Tirkiye bibe wekî ya Iraq û Sûriyeyê. Lê ev hişyarî û projeya Brêz Ocalan rast nehat xwendin.
HER DEM XWESTIN SIYASETA KURD TUNE BIKIN
Yildirim, destnîşan kir ku îktîdara AK Partiyê her dem xwest siyaseta kurd tune bike û bifetisîne û wiha pêde çû: “Wekî ku projeyên çareseriyê pêş nexist dijberî vê yekê xwest siyaseta kurd û tevgera kurd tasfiye bike. Hemû projeyên xwe li ser vê yekê avaı kir. Her tişt li ser polîtikayên şer pêş xist. Piştî ku ji van polîtikayan encam negirt vê varê bi destê DAİŞ’ê li dijî Kurdan şer kir. Şerê li dijî Kobanê mînaka vê yekê ya herî şênber e.
'XWESTIN BAWERÎE Û HÊVIYÊ BIŞKÎNIN
Yildirim baş kişand ser girtina Hevserokên HDP’ê Figen Yuksekdag, Selahattin Demirtaş, Ahmet Turk û siyasetmedarên kurd û wiha got: “Ev encama şerê taybet û derûnî ye. Bi awayekî pir zêde şerê psikolojik û taybet dimeşînin.Dixwazin bawerî û heviyê bişkînin. Li dijî Ahmet Turk ku wekî sembola siyaset û aştiyê ye êrîşan pêk tînin. Dixwazin vîna siyasî ya civakê bişkînin. “
‘REWATIYA AKP’ê LI KURDISTANÊ NEMAYE’
Yildirim, herî dawî bilêv kir ku tu rewatiya AKP’ê li Kurdistanê nemaye û AKP ji ber polîtîkayên xwe serbijêr diçe û ber bi hilweşînê ve diçe. Yildirim, bibîrxist ku hemû wekîl û rêveberên AKP’ê li Kurdistanê bi maşîneyên zirxî digerin û ev jî nîşan dide ku AKP li Kurdistanê bûye qereqol û maşineyên zirxî û wiha got: “Ji bilî maşîneyên zirxî û qereqolan hebûna AKP’ê li Kurdistanê tune ye. Êdî nikare li Kurdistanê birêve bibe.”
‘GELÊ KURD DÊ PÊŞEROJA XWE DIYAR BIKE’
Yildirim herî dawî bilêv kir ku gelê kurd dê teqez bi ser bikev û wiha got: “Em wekî gelê kurd û siyaseta kurd teqez bi hevî ne û em dê teqez bi ser bikevin. Gelê kurd êdî dê di vê sedsalê de pêşeroj û qedera xwe tayîn bikin. Di vî alî de xwedî bawerî û hêvî ye. Raste gelek talûkeyên mezin li pêş me ne. Lê bi qasî wan firsendên gelek mezin jî li pêş me ne. Em dê teqez bi ser bikevin. Serokomar Erdogan û AKP nikare di qada navneteweyî de aboriyê bi rêve bibe. Ji ber vê yekê dixwaze eniyek faşîst ava bike. Em dê li dijî feraseta faşîst û nijadperest teqez dê xwe bi rêxistin bikin û teqez bi ser bikevin.
Em wekî HDP’ê diyar dikin ku gelê kurd dê di vê sedsalê de pêşeroja xwe diyar bike û li gorî wê xwe bi rêxistin bike û bi hêz bike. Em dê teqez bi ser bikevin.”