'Kurd dê di 16'ê Nîsanê de bersiva wan bidin'

AYDIN - Parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, gotinên Serokomar Erdogan ên li mîtînga Amedê nirxandin. Başaran, diyar kir ku di 2 salên dawî de gelê kurd rûyê AK Partiyê dîtiye û got, dê di 16'ê Nîsanê de bersiva wan bide.

Palementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, gotinên Serokomar Recep Tayyip Erdogan ên li mîtînga Amedê gotin nirxandin. Başaran wiha axivî: "Niha hikûmet polîtîkayeke dubendî dike. Yek jê li eniya Kurdistanê ya din jî li eniya Tirkiyeyê. A rast di nav van polîtîkayan de meqesbûyînek heye. Ev wek her du serikên meqesê ne. Li hêlekê li Kurdistanê bi kurdî dixwazin û dibêjin kurd unsûrên sereke yên vê xakê ne, lê li neiya Tirkiyeyê jî dibêjin her kes tirk e. Bi vê polîtîkayê wan tiştên li paş mêjî ne îfade dike."

Başaran, balê kişand ser vegotinên Erdogan ên "Ji kurdbûyîna xwe fedî nekin, ev ne sûcê we ye" û wiha got: "Ji xw egelê kurd fedî nake. Ne tenê kurd, tu gel ji hebûna xwe fedî nake. Lê niha bi taybetî jî bi bilindkirina alaya Kurdistanê dixwazin bibêjin pêvajoya diyalogê heye. Lê em baş dizanin îro bûne hevkarên hev. Yek ji van dedorên hevkar jî MHP ye. Êdî li Tirkiyeyê AKP wek partiyeke faşîst tê wesfandin û hemû pergala xwe li ser tirkbûnê ava kiriye. Em dizanin bi îşareta vê li kueçyên Amedê digere. Dîsa em dizanin îtifaqa wan bi Ergenekonê r eheye. Li gel van têkilî û polîtîkayên xwe yên qirêj jî dibêjin qey ew ji kurdan dengan wergirin, ev xwexapandin e."

'SEKN Û BIRYARA GELÊ KURD ZELAL E'

Başaran, anî ziman ku di du salên dawî de gelê kurd rûyê rast ê AK Partiyê dîtiye û got, Newroza li dijî hemû çewisandinên ku du sal e li herêmê tên sepandin bûye bersiv. Başaran wiha domand: "Kurdan du polîtîkayên wan ên du salan de her tiştî bi awayekî zelal dît. Lê niha ne wisa hêsane ku wek tiştek nebûbe tevdigerin. Ew wisa difikirin ku bi zilm û çewidandinan re gel bêdeng bûye, lê Newrozê dîtin. Hemû gelê kurd daketin qadan û sekna xwe, 'Na'yên xwe qîriyan. Dê gelê kurd Şirnex, Cizîr, Nisêbînê ji bîr neke."

Başaran balê kişand ser qelibandina maseya pêvajiya çareseriyê jî û wiha got: "Heke li vê xakê alozî hebe, sebeba vê ew kesên ku mase qelibandin bi xwe ne. Gel vê dibîne. Bawer bikin, em bi awayekî aşkere dibêjin; ev gel zaf aşkere dibîne û ne ew gele ku bi sê gotinan serê wan tevlîhev bibe. Bila were li wir heta ku karibe bi kurdî biaxive û bila geta ku karibe propagandayê bike. Lê kurd di biryar û sekna xwe de zelal in."

'DI REWŞEKE ŞÎZOFRENÎK DE NE'

Başaran, dest nîşan kir ku dê gelê kurd di referandûmê de bersiva wan bide wan û herî dawî wiha got: "Dê nikaribin vî gelî bixapînin. Dê li Amed, Êlih, Nisêbîn û Cizîrê tewrê gel bibînin. Dema gotin dê ji Amedê 'Erê' derkeve, lê dîtin ku gelê Amedê ne li wir e. Bila xwe nexapînin. Ew xwe bi xwe bawerî derewên xwe dikin. Di rewşeke şîzofrenîk d ne. Em ê di 16'ê Nîsanê de gelê Amedê bibînin. Em bi gelê xwe bawer in. Tim û tim sekna wan zelal e. Em ê di 17'ê Nîsanê de careke din bînin bîra wan. Gelê Amedê çi dibêje. Ne hewceyî em nîqaşa vê bikin. Di 16 Nîsanê de her dengekî gel dê bersiv be. Nizane ku antîpropagandaya xwe dike."