HDP'ê ji bo Îdlibê bang li saziyên navneteweyî kir

ENQERE - Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê, têkildarî îdîayên êrîşên çekên kîmyewî yên li dijî Îdlibê bang li saziyên navneteweyî kir û xwest hesap bipirsin.

Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî êrîşên bi çekên kîmyewî yên li dijî bajarê Îdlibê yê Sûriyeyê daxuyanî da. HDP'ê di daxuyaniyê de bang li sazî û rêxistinên navneteweyî kir û xwest li hemberî vê êrîşê bêdeng nemînin û têvevin nava hewldanan. HDP'ê di daxuyaniyê de wiha got: "Êrîşa bi çekên kîmyewî ya li dijî bajarê Îdliba Sûriyeyê bûye sedema mirin û birîndarkirina gelek zarok û mezinan. Vê komkujiyê rê li pêş êşek mezin vekiriye. Em ji gelê Sûriyeyê sersaxiyê dixwazin. Bikaranîna çekêm kimyewi sûcê mirovahiyê ye. Dijminantiya mirovaihyê ye.

DIVÊ BI LÊPIRSÎNÊ BÊN RONÎKIRIN Û CEZAKIRIN

Divê der barê vê êrîşa ku bûye sedema kuştina zarok û gelek mirovên mezin de lêpirsîn bê destpêkirin. Divê der barê faîl û kesên ferman dane wan de doz bê vekirin û bên darizandin û bên cezakirin.
Em bang li saziyên navneteweyî dikin ku der barê leşker û berpirsiyarên siyasî de hesap bipirsin û berpirsiyaran li Dadgeha Cezayên Navneteweyî bidarizîne. Di vê çarçoveyê de em bang li hemû sazî û rêxistinên navneteweyî dikin ku berpirsiyariya xwe pêk bînin û hestiyar tev bigerin.