STENBOl - Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Alî Şeker girtina parlamenterên HDP'ê rexne kir û wiha got: "Heke em parlamenterên hatine hilbijartin bi girtî bidarîzinin em ê pêşiya şîdetê vekin."
Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Alî Şeker der barê mîtînga ku di 20'ê mijdarê de li Kartala Stenbolê hat lidarxistin û partiya wî bi hinceta "rewşeke ji bo provokasyonê dê derkeve" beşdar nebû û girtina parlamenterên HDP'ê nirxand.
Şeker ê ku beşdarî mîtînga ku partiya wî nebûbû. bû diyar kir ku kesên ku ditirsir gel ji bo aştiyê bê cem hev ev mîtîng xwestin bi kar bînin. Şeker got ku ji ber vê yekê jî çapemeniya nêçî hikûmetê ev mîtîng kiriye hedef. Şeker destnîşan kir ku nêzî 50 sazî beşdarî mîtîngê bûne û van saziyan ji Walîtiya Stenbolê destur girtine û beşdar bûne, ya ku li vir esas bû jî gotina "Em ê teslîm nebin" e.
Şeker da zanîn ku hin çapemeniya nêzî hikûmetê beriya mîtîngê hin wêne serwîs kirine û wiha got: "Ewqas zêde diçin ku piştî du rojan dê çi bibe ji gel re dibêjin. Ev provokasyon e. Gotin li vir dê alên rêxistinên neqûqûnî bê vekirin. Lê li wir tu alên neqanûnî nehatin derxistin. Wekî ku tiştekî neqaqûnî ye danîn holê."
'DIVÊ PARLAMENTERÊN HDP'Ê BÊN BERDAN'
Şeker der barê girtina Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û parlamenterên HDP'ê de jî nirxandina "Heke em parlamenterên hatine hilbijartin bi girtî bidarîzinin em ê pêşiya şîdetê vekin" kir û got ku ji bo vekirina riya diyalog û muzakereyê divê wekîl bên berdan. Şeker herî dawî wiha got: "dema ku tenê yek biaxivin çareserî nabe. Gel çareseriyê dixwaze, aştiyê dixwaze. Divê herçar partî bibin yek. Yên ku tiştekî wan ê bê veşartin tuneye hewce nake ku parlamenterên girtî tecrîd bikin."