Bîlgen: Bi rêbaza ketober Qanûna Bingehîn çênabe

ENQERE - Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen, têkildarî niqaşên Serokdewletiyê û sazkirina Qanûna Bingehîn diyar kir ku bi ketober û şensê ev tişt çênabe û wiha got: "Hûn di referandumê de bi ser bikevin jî hûn nikarin meşrûtiyetê bi dest bixin.

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bilgen, piştî civîna Rêveberiya Lijneya Navendî têkildarî geşedanên rojevê nirxandin kir. Bîlgen, destpêkê têkildarî daxuyaniya Wekîlê AK Partiyê Huseyin Kocabiyik a “Dibe ku li dijî mezinên dewletê suikast pêk bê. Milet dê bi ser girtîgehan de bigire û hemû girtiyên FETO û PKK’yi darve bikin" axivî û got: “Tirkiye ji ber guhertina rejîma nû di nava kaosek gelek mezin de dijî. Bi taybetî hin wekîlên Ak Partiyê ku berê bi Gulen re heman wêne kişandine, di rojên dawî de di demya civakî de aloziyê zêde dikin û fikaran zêde dikin. Di parvekirinên xwe yên civaki de diyar kir ku dê gel bi ser girtîgehan de bigire û girtiyan darve bikin. Armanca vê yekê provokasyon e. Ger ku ne wisa be divê AKP têkildarî mijarê daxuyaniyê bide."

‘ROPORTAJ NAYÊ KRMÎNALİZEKIRIN'

Bîlgen têkildardi binçavkirina Endamê OHD'ê Prz. Levent Pişkin jî axivî û wiha got: "Parêzerê ku hevserokê me ziyaret kir hat binçavkirin. Li ser wî polemik tên kirin. Ji ber ku roportaj daye Kovarek navneteweyî roportaja wî hatiye kriminalizekirin. Zextên li ser parêzeran bi tu awayi nayê qebûlkirin.

‘KOMELE BI GIRTINÊ TUNE NABIN'

Bîlgen, der barê girtina 370 komeleyan jî bersîv da daxuyaniya Wezîr Suleyman Soylu û wiha got: "Daxuyaniya Wezîr Soylu li dijî azadiya raman û rêxistinbûnê ye. Dibêje me kilît li deriyê wan xist xelas bû û çû. De biçin vekin em bibînin. Lê komele li gorî pêdiviyan ten avakirin û her komeleyek bi hezaran endamên wê hene. Hêj duh Tirkiye bi zêdebûna Komeleyan pesnê xwe dida û îro komeleyan digire. Komeleyên jinan û zarokan ku di qada navneteweyî de tên zanîn hatin girtin. Feraseta "Me kilît li deriyê wan xist û çû" qet nayê qebûlkirin. Em baş dizanin ku komele bi van gotinan nayên girtin tu kes nikarin dawî li xebatên wan bînin.

CHP DÊ ÇI BIBÎNE

Bilgen, têkildarî niqaşên der barê Serokdewletiyê de jî helwesta CHP'ê rexne kir û wiha got: “Divê modelên demokratîk azad bên kirin. Divê niqaşên azad bên kirin. Ger ku li Tirkiye azadî û demokrasî tune be Komar jî nabe. Heta ku azadî pêş nekeve aştî jî pêş nakeve. Heta ku edalet pêş nekeve wekhevî jî pêş nakeve. Ewil xwest me derxe dervê mecîlê û Qanûna Bingehîn ava bike. Lê niha dixwaze CHP'ê jî le dervê meclîsê bihêle. Dê piştî hilbijartina nû jî MHP jî derxe dervê meclîsê û xwe tenê di meclîsê de bihêle. Niha CHP divê daxwaza xwe bînin em li ser niqaş bikin. Xuya ye ku CHP hêj li benda tiştekî ye û zextan li ser xwe nabîne. Gelo CHP hêj çi dipê. Armanca AKP'ê heta dawî emrê xwe dirêj bike ye. Niha bi rêbaza ketober qanûna bingehîn çênabe.

Bîlgen herî dawî destnîşan kir ku her çendî ne di meclîsê de bin jî dê xebatên xwe berdewam bikin û heta dawî têkoşîna demokrasiyê bimeşînin.