ENQERE - Nerazîbûnên hikûmet û Serokomarê Tirkiye yên li di dijî hildana ala Kurdistanê ya li Kerkukê didomin. Li aliyê din HDP'ê diyar kir ku gelê Kerkukê dê qedera Kerkukê diyar bikin.
Nerazîbûna hikmet û serokariya Tirkiye ya li hemberî hildana ala Kurdistanê ya li Kerkukê berdewam dike. Li aliyê din Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Berzanî û rêveberên HDP'ê diyar kirin ku Gelê Kerkukê dê qedera xwe diyar bikin. Serokwezîr Bînalî Yildirim û Serokomar Tayyip Erdogan dema Serokê Herêma Kurdistanê Mesut Barzanî hat Enqere û Stenbolê ala Kurdistanê li Enqere bilind kirin û ew pêşwazî kirin. Lê niha li dijî hildana ala Kurdistanê ya li Kerkukê bertekên xwe tînin ziman. Li aliyê din Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Neçirvan Barzanî bi helwestek tund diyar kir ku gelê Kerkukê dê qedera xwe diyar bike. Akademîsyen, rêveberên HDP'ê û rewşenbirên li Tirkiye jî diyar kirin ku gelê Kerkukê divê qedera Kerkukê diyar bikin û xwest hikûmeta Tirkiye tev li karê wan nebe. Akademîsyen Ahmet Ozer anî ziman ku ev mijara Iraqê û Herema Kurdistanê ya navxweyî ye û xwest Tirkiye tev li karê wan nebe.
Ozer, anî ziman ku îktîdar berî referandumê bi zanebûn vê mijarê niqaş dikin û dixwaze di nava civakê de xwe nişan bide. Ozer, anî ziman ku berê li dijî DAÎŞ'ê hêzên parastinê yên Herêma Kurdistanê Kerkuk parast û wiha got: Wekî Musul û Rakka dê li Kerkukê jî gel bi xwe biryara xwe bide û qedera xwe diyar bike. Li Kerkukê Turkmen, Ereb, Kurd bi hevne di nava hev de dijîn. Di nava aştî û aramiyê de dijîn. Dixwazin li wir nijadperestiyê pêş bixin. Rêveberiya Kurdistanê got "Ew al dê neyê xwar. Begdayê jî heman tişt got. Divê her kes hurmetê nîşanî gelê Kerkukê bide. Li Tirkiye jî 20 milyon kurd dijîn. Niha tenê Barhzanî dostê Tirkiye maye. Li Kerkukê ji sedî 70-80 nifûs Kurd e. ji sedî 20-30 Ereb û Turkmen e. Divê Tirkiye hurmetê nîşanî vîna gel bide."
SEROKWEKÎLÊ KOMA HDP'Ê YILDIRIM: GOTINÊN ERDOGAN Û YILDIRIM BÊ QÎMET IN
Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim jî anî ziman ku Tirkiye ji bo bike malzemeya referandumê Kerkukê dixe rojevê û wiha got: “Ne fêda AKP’ê û ne jî fêda kesên dibêjin "Erê" di vê niqaşê de tune ye. Rêveberiya Tirkiye çawa vî heqê ku tev li karê derve bibe di xwe de dibîne. Bila tu kes li ser neyartiya gelê kurd xwe tev li karên kesên din neke. Serokê Iraqê Haydar El Abadî got "Gelê Kerkukê dê qedera Kerkukê diyar bikin. Bila Tirkye tev li karê me nebe." Ji gotinên Erdogan, Binali Yıldırım û Bahçelî wêdetir gotina Haydar El Abadî muhîm û derbas dar e."
Yildirim, da zanîn ku bi nasnameya HDP'ê diyar dike ku Kerkuk di sînorê Kurdistanê de ye û li wir kurd dijîn û wiha bi dawî kir: "Qaşo mafê gelê wir diparêzin. Kesên li dijî bilindkirina ala Kurdistanê ya li Kerkukê derdikevin, çima li dijî komkujiya Saddam derneketin. Dem bi sed hezaran kurd koçber kirin li ku bûn. Ev mijar wan eleqeder nake. "