ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag, têkildarî operasyonên binçavkirin û girtinan peyam şand û diyar kir ku bi van operasyonan dixwaze "Na" asteng bike û nikare bi van operasyonan pêşiya "Na" bigire û ev operasyon nabin çareseriya tirsa îktidarê.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratik a Gelan (HDP) Figen Yuksekdag, têkildari operasyonên binçavkirinê ji girtîgehê peyam şand. Yekineya Çapemeniyê ya HDP'ê peyama Yuksekdag a "Piştevaniya Şoreşger û berxwedan dê teqez bi ser bikeve" bi raya giştî re parve kir. Yuksekdag di peyama xwe de anî ziman ku ev operasyon ji bo astengkirina "Na" ye û wiha got: "Li Stenbol, Enqere, Îzmir, Dîlok, Hatay, Dersim, Edene, Amed, Erzirom, Bûrsa û Mêrsînê li dijî endam û rêveberên hevparên partiya me yên Partiya Sosyalîstan a Bindestan, Partiya Şoreşger û dostên me Partizan, TOPG û Malên Gel operasyon pêk hatin û gelek endam û rêveber hatin binçavkirin. Ev operasyon li dijî hêza "Na" ye. Dixwazin vê hêza "Na" bişkînin. Heta niha bi ser neketine û dê tu carî bi ser nekevin. Min ev dît û ez ji vê yekê bawer dikim ku tu carî bi ser nakevin. Ez di şexsê Hevseroka Giştîyê ESP'ê Çiçek Otlu de binçavkirina hemû hevrêyên me yên ESP'ê şermezar dikim. Ez bang li hemû pevparên HDP'ê dikim ku ji bo "Na" di bin baneyê yekîtî û hevkariyê de bibin yek. Operasyonên li dijî eniya demkorasî ya 'Na' dê nebe çareseriya tirsa wan. Têkoşîn û berxwedana şoreşger dê teqez bi ser bikeve."