Temelli: Dê 16'ê Nîsanê bibe destpêka rojeke nû

AYDIN - Alîgirê Hevserokatiya Giştî û Berpirisyarê Aboriyê yê HDP'ê Sezayê Temelli, diyar kir ku referandûma 16'ê Nîsanê ji bo rawestandina rewşa aborî girîng e û dê rejîma yekzilamî welat ber bi îflasê ve bibe.

Alîgirê Hevserokatiya Giştî û Berpirisyarê Aboriyê yê HDP'ê Sezayê Temelli, pergala serokatiyê û krîza aborî ya li Tirkiyeyê nirxand.

Temelli, diyar kir ku li Tirkiyeyê bi awayekî giştî hemû faktorên ku nîşaneya krîza aborî ne didomin û got, bi taybetî jî betalî di asta herî jor de ye û rewşa betaliya jin û ciwanan di asteke dramatîk de ye. Temelli, anî ziman ku li welat rewşeke xizaniyê ya mayînde heye û got, gelheya xizaniyê zaf zêde bûye û ev di hejmarên fermî yên dewletê de jî xwe dide der. Temelli, dest nîşan kir ku li Tirkiyeyê enflasyon zêde dibe, kûra dowîzî her diçe zêde dibe û got, dema mirov li van geşedanan dinihêre, nîşan didin ku dê krîzeke aborî xwe bide der.

'ÎKTÎDARA SIYASÎ HEMÛ ÇAVKANÎ JI BO HILBIJARTINE SEFERBER KIRINE'

Temelli, dest nîşan kir ku îktîdara siyasî hemû çavkanî ji bo referandûmê seferber kirine û wiha axivî: "Aboriyeke derîqeydan a zêde tê bikaranîn. Maliyetên cidî yên çavkaniyên ku seferber kirine dê derkevin pêşberî me. Ji bo ev maliyet barê wan giran neke, divê bi taybetî gelê me yê kedkar û xizan, ciwan û jin bibêjin 'Na'. Ji ber vê ye ku 16'ê Nîsanê ji bo rawestandina vê rewşa aborî pir girîng e."

'LAWAZBÛNA PERGALA PARLEMENTERIYÊ BI FERASETA YEKZILAMÎ BAŞ NABE'

Temelli, diyar kir ku çareseriya li Tirkiyeyê bi rejîma yekzilamî nepêkan eû got, dema mirov li gel û çandên vê erdînagiriyê dinihêre, aşkere dibe ku ev tenê dikare bi demokrasî, refah û demokrasiyeke radîkal pêk bê. Temelli, anî ziman hin kêmaniyên pergala parlementeriyê ya heyî hene û wiha domand: "Ev jî bi xurtkirina meclîsên herêmî, bi pergala rejîma parlementeriyê pêkan e. Pergala parlementeriyê ya li Tirkiyeyê qels e. Lê ev kêmanî, dê bi feraseta yezilamiyê ji holê ranebin. Qelsbûna pergala parlementeriyê bi hêzdarkirina demokrasiya herêmî pêkan e. Temsîliyet girîng e û li cihê ku tê temsîlkirin beşdar dibe, biryaran distîne û diguherîne. Ji bo ya hevkar bedewiyê peyde dikin. Ji ber vê heke em dixwazin li welatê xwe komareke demokrastîk ava bikin, divê em meclîsên ku her kes bikaribe biryaran lê bigirin temîn bikin. Meclîs, mafê budçeyê ye. Meclîs, bi awayekî hevpar belavkirina aboriyê ye. Civakîbûyîna siyasetê ye."

Temelli, herî dawî bang li her kesî kir da di 16'ê Nîsanê de ji rejîma yekzilamiyê re bibêjin "Na" û wiha axivî: "Ji ber vê ye ku di referandûmê de dengdayîna 'Erê' û 'Na'yê zaf krîtîk e. Bi rastî jî dê bi 'Na'yê re civak dubare xwedî li vîna xwe derkeve, dê bi wê vînê şiklekî bide pêşeroja xwe û dê ev bibe destpêka rojeke nû."