Rêxistinên AK Partî yê Mêrdînê bi komî îstifa kirin

MÊRDÎN - Rêxistinên AK Partî yên Şemrex, Dêrîk û Nisêbînê bi komî îstifa kirin.

Rêxistinên AK Partî yên Şemrex, Dêrîk û Nisêbînê hat hînbûn ku bi komî îstifa kirin. Osman Dogru yê ku ji 2011'an heta niha serokê AK Partî ya Nisêbînê ye bi daxuyaniya ku da ve aşkera kir ku wan îstîfa kirine.

Hate hînbûn ku rêxistinên navçeyan daxwazanmeyên xwe yên îstîfayê ji Serokatiya AK Partî ya Mêrdînê re şandine. Têkîldarî sedemên îsTîfayan agahî nehat dayîn lê hate îdiakirin ku qeyûmên ku hatine tayînkirin bersev nedane bendewariyên wan.